Di encama topbarana dewleta Tirk li ser Zirganê de 5 kes birîndar bûn

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê El-Esadiyê yê navçeya Zirgan a Hesekê topbaran kir û di encamê de 5 kes ji malbatekê birîndar bûn ku di nav wan de zarokek û sê keç hebûn.

Di encama topbarana dewleta Tirk li ser Zirganê de 5 kes birîndar bûn
7 nîsan, 2022   07:28
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji herêmê da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker duh saet 11'ê şevê herêma Zirgan a kantona Hesekê û gundewarên wê yê bakur topbaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê aliyê bakurê navçeyê û gundê El-Esediyê yê bakur topbaran kir û di encamê de 5 kes ji malbatekê birîndar bûn û ziyanên madî giha mal û milkên welatiyan.

Li gorî sicilên nexweşxaneyên gel yên navçeya Dirbêsiyê û bajarê Hesekê ku birîndar pêşwazî kirine, kesên birîndar ji malbata El-Zahîr in û navên wan jî wiha ne: Mehmûd El-Zahîr (42), Berai Mehmûd El-Zahîr (16 ), Nercês Mehmûd El-Zahîr (15) û Şefaq Mehmûd El-Zahîr( 9 ) û xizmê heman malbatê Înas Îsmaîl El-Xelef (17).

(dx)

ANHA