​​​​​​​Desteya Rêveberiyên Herêmî amadekariyên rêya Enbara – M4 dike

Ji bo ku qezayên trafikê çênebin û rê kurt bibe, Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên pêkanîna projeya rêya Enbara – M4 dike ku di nava 6 mehan de bi dawî bibe.

​​​​​​​Desteya Rêveberiyên Herêmî amadekariyên rêya Enbara – M4 dike
7 nîsan, 2022   07:04
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya çend rojan amadekariyên rêyeke nû ku berdêla Rêya Elî Fero be û bajarê Qamişlo bi rêya navneteweyî M4 ve girê dide, dike.

Li gorî devserokê desteyê Cîhad Umer rêya nû nêzî 11 km ye. Ew jî ji gundê Enbara yê bajarê Qamişlo û heta gundê Neqare, Mele Sibat û digihêje rêya M4. Firehiya wê jî 10 metre ye.

Li gorî Cîhad Umer ku armanc ji amadekirina rêya Enbara ku wan dest bi amadkirina wê kiriye ji ber qerebalixa zêde, zêdebûna erebeyan li herêmê, her wiha zêdebûna qezayên trafikî ye.

Umer got: "Rêya Enbara rêyeke kurtir e û leztir digihêje rêya M4 û bi vê projeyê em ê gavekê ji bo qîrkirina rêyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest bixin."

DI NAVA 6 MEHAN DE DÊ BI DAWÎ BIBE

Umer diyar kir ku Şîrketa Zagros dê projeyê pêk bîne û ev tişt anî ziman: "Madeya bîtomîn (qîra ron) a ku di vê projeyê de dê were bikaranîn, ji aliyê Şîrketa Xabûr ve hatiye çêkirin û ew jî li gorî standartên navneteweyî ye."

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê diyar kir ku projeya rêya Enbara di nava 6 mehan de dê bidawî bibe.

Cîhad Umer destnîşan kir ku rêya Enbara ya di navbera Qamişlo û rêya M4 de dê Rêya Elî Fero tune neke, ew rê li gorî derfetên heyî dê were sererastkirin û wiha pê de çû: "Em ê tu rêyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune nekin û li gorî derfetan dê werin sererastkirin. Nêzî 5 milyar lîreyên Sûriyê ji bo vê projeyê hatiye diyarkirin.”

(bx)

ANHA