Îflasa hikumeta Lubnanê yan jî reva pêş?

Berpirsê Banka Navendî ya Lubnanê Riyad Selame îflasa bankê derewand û got hîna bank di karên xwe de li gorî qanûnê û tevî zirarên di sektora darayî de berdewam e. Lê daxuyaniyên berî derewandinê çi ne, gelo ji bo kesên pereyên wan di bankê de peyamek e ku dewlet nikare pereyên wan bide?

Îflasa hikumeta Lubnanê yan jî reva pêş?
7 nîsan, 2022   06:48
BEYRÛT-ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Daxuyaniyên cîgirê serokwezîrê Lubnanê Seade El-Şamî yên der barê îflaskirina welat û Banka Navendî de tevliheviyeke mezin çêkir, nemaze l igel krîza aborî ku Lubnan ji 2019’an ve di nav de ye. Piştî wê aliyên fermî yên dewletê bi lez ev agahî derewand.

Dema El-Şamî hevpeyvînek bi kanala "El-Cedîd" re li ser îflaskirina dewlet û Banka Navendî re çêkir çêkiribû û wiha gotibû: "Dê ziyan û deyn di navbera dewletê, Banka Navendî, bank û xwediyên mewdûatan de were dabeşkirin, lê tu rêjeyeke diyar tune ye. Mixabin dewlet û banka Lubnanê îflas kirin. Sedema vê binketinê jî siyasetên bigirêk in û ger em gavekê neavêjin, ew ê ziyanên mezintir çêbin."

Li ser vê yekê serokkwezîrê Lubnanê Necîb Mîqatî da zanîn ku daxuyaniyên Seade El-Şamî yên li ser îflasa Lubnanê ji çarçoveyê hate derxistin û mebesta wî tundiya darayî bû.

Li aliyekî din jî berpirsê banka Lubnanê Riyad Selame îflasa dewletê yan jî Banka Navendî derewand û got: "Tevî zirarên bi saktora darayî ya Lubnanê bûne, lê banka Lubnanê hîna rola xwe ya li gorî qanûna dirav û krêdî berdewam dike."

Careke din El-Şamî daxuyanî ji gelek dezgehên çapemeniyê yên Lubnanê re dan û got, "Dema min bersiva pirsên li ser destekdayîna dewletê û banka Lubnanê di tehemûlkirina ziraran de da, axaftina min ji çarçoveyê hate derxistin. Mebesta min em dikarin beşekê tehemûl bikin, lê rewş zehmet e."

El-Şamî wiha anî ziman: "Ez kî me heta îflasa dewletê ragihînim? Axaftina ji çarçoveya wê hatiye dûrxistin. Wijdana min vehesî ye û bi hemû enerjiya xwe dixebitin da ku plana sererastkirina aboriyê baş bikin û peymanekê bi sendoqa diravê re di zûtirîn dem de îmze bikin."

El-Şamî ji hêla qanûnî û fermî ve şoq mam û wiha lê zêde kir: "Ez ne lêvegerekî guncaw im ku mîna vê yekê ragihînim? Em di rewşeke darayî ya zehmet re derbas dibin, tevliheviya dayîna deynan û pirsgirêkên din hene. Em bi hêvî ne ku ev yek bi rêya planên sererastkirina guncaw çareser bibin. Lê mijar nayê wateya ragihandina îflasê."

JI HÊLA QANÛNÎ VE ÎFLASA DEWLETÊ

Pispora qanûnî ya taybet bi karûbarên bankê Dr. Sabine Cake ji ajansa me re têkildarî mijarê wiha got: "Dema dewlet li hember dayîna deynan aciz dibe û nikare sozên xwe yên darayî pêk bîne, mîna dayîna bacan dewlet îflas dibe. Di heman demê de ragihandina îflasa dewletê hilweşîna aboriyê ye. Bi wê re xwediyên pereyan, pereyên xwe ji bankan dikişînin û vediguhêzên welatên derve. Ji ber wê hikumet bankan digire û qeydan li ser tevgera sermayayan ferz dike."

Dr. Sabine Cake wiha domand: "Têkildarî pabendbûna derve ji dewleta îflasbûyî re, deyn tên dayîn an jî ji nû ve sazûmankirina bi deyndaran re tê kirin. Lê hin caran sendoqa darayî ya navneteweyî alîkariya jinûve sazûmankirina deynên serweriyê dike. Lê qezên wê bi şertên girêday tedbîrên tund ve girêdayî ne, mîna zêdekirina bacan an jî sivikkirina erkan û xizmetguzariyên di saktora giştî de. Ev yek jî li ser rewşa dewleta Lubnanê ne derbasdar e."

Heta niha jî tu berpirsekî hikumeta Lubnanê îflasa welat ranegihandiye, ruxmî berdewama krîza aborî ji dawiya sala 2019’an ve.

Tevî vê surprîza nebaş e jî ku di bal û texmînên lubnaniyan de bû, lê dîsa jî lubnanî niha pirsa sedema ragihandin û dema wê dikin. Bi taybet di van rojên Remezanê de û beriya çend rojan ji hilbijartina parlamentoyê.

REVA BER BIPÊŞ VE

Gelek kes ji daxuyaniyên El-Şamî ditirsin, ji ber ku wî diyar kir ku, kesên pereyên wan di pankê de hene dê ziyana îflasê li ser wan jî bê parvekirin, El Şamî di hevpeyvînekê de got:

"Dê ziyan û deyn di navbera dewletê, Banka Navendî, bank û xwediyên mewdûatan de were dabeşkirin û lê tu rêjeyeke diyar tune ye."

Ji ber wê lubnanî pirsa çarenûsa pereyên xwe yên li nava bankan dikin? Gelo wê pere jê bê qutkirin? Çiqas û çi rêje? Îflas wê mal, erd û milkên wan jî bigire nav xwe?

Ev pirs niha bersiva wan tune ne, lê belê lubnanî dikarin hinekî bi demê paş de vegere, gelek welatan di nav de Ewropa îflasên xwe ragihandine. Weke mînak Almanya di 3 sedsalên borî de 8 caran îflasa xwe ragihandiye, Amerîka jî 5 caran.

Lê ya ku fikarê çêdike, ew e ku derfetên û jêderên bi hêz li cem wî welatê îflas kiriye nebe ku xwe ji wê îflasê zû û bê zehmetî rizgar bike, weke Lubananê, ku ne xwedî jêderên petrol, gaz û madenan e ku bi rêya wan xwe ji krîza aborî rizgar bike.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku aboriya Lubnanê gelek ziyan dîtiye, taybet piştî pandemiya Koronayê û teqîna Beyrûtê ku hişt aboriya Lubinanê ji sedî 9.5 di sala 2021 de li gor sala 2020 dakeve.

Lubnan di sala 3'yan a têkçûna diravî re derbas dibe ku di encama girêbestên gendelî û siyasetên şaş de derketin holê û hişt pere ji sedî 90 nirxê xwe ji dest bide.

Her wiha bankan rê nedan ku tu kes bi rêya pereyên biyanî xwe bigihînin hisabên xwe.

Reşnivîsa plana hikûmetê ya rizgarkirina diravî, texmîn kiribû ku kêmanî di 70 milyar dolarî ya beşa diravî de heye.

(fr-şt)

ANHA