Zelûx Bekir: Bi ambargoyê re welatî rûbirûyî rojên dijwar in

Hevseroka Meclisa Kantona Efrînê têkildarî berdewama ambargoyê ji hêla hikumeta Şamê ve li ser welatiyan hişyarî da, ku dê welatî rûbirûyî rojên dijwar bin.

Zelûx Bekir: Bi ambargoyê re welatî rûbirûyî rojên dijwar in
Zelûx Bekir: Bi ambargoyê re welatî rûbirûyî rojên dijwar in
Zelûx Bekir: Bi ambargoyê re welatî rûbirûyî rojên dijwar in
Zelûx Bekir: Bi ambargoyê re welatî rûbirûyî rojên dijwar in
Zelûx Bekir: Bi ambargoyê re welatî rûbirûyî rojên dijwar in
Zelûx Bekir: Bi ambargoyê re welatî rûbirûyî rojên dijwar in
Zelûx Bekir: Bi ambargoyê re welatî rûbirûyî rojên dijwar in
7 nîsan, 2022   06:20
ŞEHBA-CÛDÎ SÎPAN

Bi hatina meha Remezanê ya pîroz re, hikumeta Şamê zextên xwe li ser  koçberên Efrînê û welatiyên herêmên Şehba zêde kir. Hikumet derbaskirina kelûpel û madeyên xwarinê, her wiha sotemenî, pêdiviyên tibî û çandinî ji herêmê re qedexe kiriye.

Li sûkên kantona Şehbayê sebze û madeyên xwarinê bi awayekî berbiçav biha bûne, bi wê re biha sê qatî heta çar qatî zêde bûne. Ev yekê jî barên koçber û şêniyên herêmê yên resen girantir dike. Li gel wê yekê tevgera kirîn û firotinê bi paş ket û êdî malbatên biçûk nikarin pêdiviyên xwe yên rojane dabîn bike. Ji ber ambargoya bendên kontrolê yên hikumeta Şamê li ser têketina herêmê ferz dikin û bacên gumrikê li beramberî derbaskirinê.

Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê bi derfetên xwe hewl dide pêdiviyên rojane yên şêniyên li kamp û malbatên berwêrankirî dabîn bike. Lê ew alîkarî têra wan nakin. Ji ber hikumeta Şamê siyasetên bêserûber li dijî herêmê ferz dike.

Welatiyan anîn ziman ku hikumeta Şamê û bazirganên kesybaz berpirsên aloziya wan in

‛ÊDÎ EM NIKARIN PÊDIVIYÊN XWE JI SEBZEYAN BIKIRIN’

Welatiyê bi navê Mihemed El-Ehmed ê ji navçeya Fafînê ambargoya giran a hikumeta Şamê û artêşa Tirk a dagirker  li ser kantona Şehbayê ferz kiriye, şermezar kir.

El-Ehmed da zanîn ku li herêmê bihabûneke nayê aqilan heye, ji ber wê ew nikarin pêdiviyên xwe yên rojane peyda bikin.

Der barê sedemên bihabûnê de El-Ehmed wiha got: "Hin siyasetên bêserûber li dijî herêmê ji hêla hikumeta Şamê ve têne kirin. Bacên gumrikê yên mezin li ser bazirganan ferz dikin û bazirganên krîzê jî bihayan du qatî bilindtir dikin."

‛ŞERÊ DI NAVBERA RÛSYA Û UKRAYNAYÊ DE HINCETA BAZIRGANÊN KRÎZÊ YE KU BI BIHAYAN BILÎZIN’

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Hikmet Mihemed ku koçberê gundê Qibêsîn ê Babê yê dagirkirî ye û xwediyê basteya firotina sûs û temirhindî (xurmeya hindî) ye ev tişt got: "Li gorî par, îsal cudahiyeke mezin di aliyê bihabûnê de heye." Bi wê yekê destnîşan dike ku hikumeta Şamê îsal zextên bêserûber li dijî welatiyên herêmê zêde kirine.

Mihemed eşkere kir ku welatî êdî nikarin kîloyek marûk ku bi 6 hezar û 500’î lîreyên ye û kîloya sûsê ku bi 11 hezar lîreyên Sûriyê ye bikirin.

Mihemed di axaftina xwe de îşaret pê kir ku bazirgan şerê Rûsya û Ukrayna dikin hinceta buhabûnêû wiha domand: "Êdî em gûman dikin ku ev kelûpel û madeyên xwarin ji Ukrayna û Rûsya tên an jî bazirgan van kelûpelan keysbaz dikin û dixin depoyan."

SEDEMA SEREKE YA KRÎZA SÛRIYÊ

Mihemed Hebîb ê koçberê kantona Efrînê anî ziman ku di encama baceyên ku furqeya 4’an a girêdayî hikumeta Şamê li ser kelûpelên derbasî kantona Şehbayê dibin de biha zêde bûn.

Hebîb diyar kir ku êdî welatî pir kêm pêdiviyên xwe dikirin, ji ber bihaya li sûkan.

Hebîb behsa sotemeniyê kir ku êdî bandoreke neyînî li bihayan kiriye. Ji ber hikumeta Şamê qedexe dike ku sotemenî derbasî herêmê bibe.

‛HIKUMETA ŞAMÊ QEDEXE DIKE ALÎKARIYÊN MIROVÎ DERBASÎ ŞEHBAYÊ BIBIN’

Girêdayî mijarê Hevseroka Meclisa Kantona Efrînê Zelûx Bekir wiha got: "Hikumeta Şamê berpirsê yekemîn ê krîza Sûriyê ye. Ji ber di dirêjahiya salên krîzê de tu çare nedîtin û wê jî azarên gelê Sûriyê bi taybet digel ferzkirina Qanûna Qeyser li ser Sûriyê de, zêde kirin."

Li ser azarên koçberên Efrînê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zelûx Bekir wiha domand: "Bi sedema bihabûna kelûpelên pêwîst rojane azar zêde dibin. Ya din jî ji ber siyasetên hikumeta Şamê ku li dijî welatiyan pêk tîne."

Zelûx Bekir wiha lê zêde kir: "Hikumeta Şamê ji rojên destpêkê yên koçberkirina welatiyên Efrînê ber bi Şehbayê ve ambargoyeke tund li ser Şehbayê ferz kiriye."

Derbarê hewldanên Meclisa Kantona Efrînê û Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê yên sivikkirina azarên welatiyên li Şehbayê de Zelûx Bekir ev tişt got: "Ji ber ambargo û qedexekirina derbaskirina sotemenî, pêdiviyên tibî û madeyên xwarinê, her wiha derbaskirina alîkariyan, welatî azaran dikişînin."

Zelûx Bekir behsa mijara bazirgan û keysbazkirina xwediyên basteyên biçûk kir û wiha pê de çû: "Tevî gera dewriyeyên zimhêrê ji bo dîsplînkirina biha û çavdêriya li ser tevgera sûkan, lê ew nikarin bi giştî bihayan dîsplîn bikin. Ji ber ji jêdera wê de bi bihayan tê lîstin."

‛ME ÇAWA ROJÊN TUND DI ZIVISTANÊ DE DERGBAS KIRIN DÊ HAVÎN JÎ MÎNA WAN BE’

Derheqê bandorên amabargoya bêserûser de Hevseroka Meclisa Kantona Efrînê Zelûx Bekir hişyarî da û ev tişt anî ziman: "Me çawa rojên zehmet di zivistana tûj de dîtin, ji ber tunebûna sotemeniyê, em ê di havînê de jî azarên bilindbûna pileyên germahiya rojên dijwar bikişînin."

Hevseroka Meclisa Kantona Efrînê Zelûx Bekir wiha gotinên xwe bi dawî kirin: "Di demên pêş de, heke ambargo li ser herêmê berdewam bike, Efrîn û welatiyên kantona Şehbayê dê rojên zehmet bijîn. Em bang li rêxistinên navneteweyî û civata navneteweyî dikin ku zextê li hikumeta Şamê bikin ku ambargoya li ser Şehba rake û bihêle alîkariyên mirovî derbasî herêmê bibin."

(fr)

ANHA