Bersûm: Belgeya lihevkirina siyasî dê rê li ber diyalogên navxweyî veke

Senherîb Bersûm got, lihevkirina siyasî ya di navbera Yekitiya Suryanî û Rêxisina Asûrî dê rê li ber diyalogan di navbera partî û hêzên siyasî de veke. Bersûm bal kişand ser êrişa dewleta Tirk a di roja Cejna Ekîto de û got, ev êriş bi armanca hedefgirtina Asur ûSuyran bû.

Bersûm: Belgeya lihevkirina siyasî dê rê li ber diyalogên navxweyî veke
7 nîsan, 2022   07:17
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Partiya Yekitiya Suryanî û Rêxistina Asûrî ya Demokratîk di 1`ê Nîsanê de û di pîrozbahiyên sersala Babilî Asûrî (Ekîto) de belgeyek lihevkirina siyasî îmze kir û armanc ji vê yekê yekitiya helwesta siyasî, ava bike.

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm ji ANHA`yê re diyar kir ku piştî rêzecivînên di navbera yekitiyê û rêxistinên de gelgeya siyasî hate îmzekirin û got: "Armanca wan vê belgeyê ew e ku derbarê dozên Suryan û Asur de, dibe têkildarî rewşa Sûriyê bi giştî de bighêjin lihevirinê."

Li gorî belgeyê, her du partî dê xebatên hevpar pêk bînin da ku nasname û mafên gêln Suran Asur werin naskirin, her wiha da ku nasnameya neteweyî ya Suryan Asur di destûrê de were naskirin û mafên wan ên siyasî, neteweyî û çandî werin misogerkirin.

Di aliyê niştîmanî de jî gelek bend têde hene ji wan; divê di destûrê de Sûriyê wekî dewleke pirengiya neteweyî, çandî û olî were naskirin. Gelê Sûriyê ji Ereb, Kurd, Suryan, Asûr û Tirkmen hwd, pêk tê û mafên wan ên neteweyî di destûrê de werin misogerkirin û parastin.

Belgeya siyasî ya di navbera herdu partiyan de teqezî bi yekitiya xaka Sûriyê û gelê wê de û ji bo vegerandina herêmên dagirkirî bi awayekî aştiyane li gorî biryarên navneteweyî yên rewa xebat were kirin. Nenavendîbûn, sîstema herî guncaw ya rêvebirain welat e.Divê bi awyaekî adilane, destûr û berhemên welat werin belavkirin.

'BÊYÎ YEKITIYA XEBATÊN  HÊZÊN DEMOKRATÎK ÊN SÛRIYA ÇARESERIYEKE SIYASÎ NE PÊKAN E'

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm di vê derbarê de wiha got: "Ev belge di warê yekkirina xebatê pêkanîna xwestekên gelê me û nêzîkirina nêrînan li ser asta nişmanî de, pir girîng e. Ev jî bi awayekî giştî destekê did nêrîna me ji Sûriyê bi giştî re. Xebatê her du partiyan mîna tîmeke hevbeş di gelek dozan de dê bi xwe re encamên erênî ji bo xizmeta dozên gelê me nexasim li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê bi giştî, bîne."

Senherîb Bersûm diyar kir ku bêyî yekitiya xebatên hêzên demokratîk ên Sûriyê tu çareseriyên siyasî li Sûriyê pêk nayê û wiha domand: "Ji vî bingehî me ev belge ragihand û bi hêvî ne ku di asta Sûriyê lihevkirin ji bo yekkirina xebatên hevpar bên kirin û guhertineke demokratîk a ku ji bo gelê Sûriyê tê xwestin, pêk were."

Bersûm destnîşan kir ku Rêxistina Asûrî ne li dijî projeya Rêveberiya Xwesere weke fikr, sîstema rêvebirina herêmî û weke beşek ji Sûriyê ku di pêşerojê de federal be û wiha got: " Ji bo Sûriya pêşerojê ew bi vê sîstemê re ye. Dibe ku hin têbiniyên wan ên cûda ji bo Rêveberiya Xweser hebin lê ev rastiyê dûr naxe. Dibe ku Rêxistina Asûrî yan jî ti partiyên din beşek ji Rêveberiya Xweser bin ku heger bi diyalogê re bin. Dibe ku erêkirineke mezin ji hejmareke mezin ji partiyên siyasî hebe û beşek ji vê projeyê be ku em dibêjin ku ew projeya gelê Sûriyê ye."

Senherîb Bersûm anî ziman ku projeya Rêveberiya Xweser nûnertiya hêviyên hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û mafên hemû pêkhateyan dike û got: "Ev xalên erênî ne ku destekê dide helwesta Rêveberiya Xweser li pêşiya çi partiyên ji derveyî vê projeyê."

'DIYALOGA RASTEQÎN DÊ GUHERTINA TÊ XWESTIN PÊK BÎNE'

Bersûm îşaret bi hebûna hêzên xwecehî mîna MSD'ê "Itîlafa Sûriyê û "Heyet El-Tensîq" kir û wiha axivî: "Rola hemûyan li ser xaka Sûriyê heye. Lihevkirina di navbera her du partiyan Yekitiya Suryanî û Rêxistina Asûrî de dê rê li pêşiya vekirina diyalogê di navbera partî û komên din de veke. Ev jî tişta ku di warê sûrî de tê xwestin. Ji ber ev xala sereke ye ku windayî bû. Bi windabûna wê re çareseriyas siyasî li Sûriyê winda bû. 10 sal civîn li Cinêvê tên lidarxistin, lê tu encam bi xwe re neanîne. Di heman demê de civînên komîteya destûrî mîna şanoyekê ye ku gelê Sûriyê benc dike."

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan da zanîn ku diyaloga rasterast di navbera aliyên sûrî de û lihevkirina di çarçoveya navneteweyî ya li gorî biryara 2254`an de ewe ya ku dê cûdahî û guhertina tê xwestin çêke û wiha pêde çû: "Em ji bo gel û welatê xwe dixebitin. Ji bo pêkanîna guhertina demokraîk li Sûriyê kar dikin. Lê dibe hin aliyên sûrî ne ji bo gelê Sûriyê dixebitin. Lê belê ji bo berjewendiyên hêzên herêmî, navneteweyî û ajindeyên projeyên van hêzan, dixebitin. Ew kes ên ku çareseriya siyasî asteng dikin. Dema aliyên ku baweriya wan bi çareseriya siyasî û guhertina demokratîk her wiha dawîkirina zehmetiyên gelê Sûriyê bibe yek, ez texmîn dikim ku em ê bighêjin van erêkirinan."

Di pîrozbahiyên Cejna Ekîto de dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bê miro erebeyeke sivîl ku berê xwe dida şahiya ku li navçeya Tirbespiyê hatibû lidarxistin bombebaran kir û di encama wê de welatiyek şehîd bû û du jî birîndar bûn. Yek ji wan helbestvan Ferhadê Merdê bû. Her wiha piştî îmzekirina belgeyê ya di navbera  Partiya Yekitiya Suryan û Rêxistina Asûrî ya Demokratîk de  balafireke bê mirov a dewleta Tirk êrişî erebeya endama Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryan  Orom Marogê û wergervanê hêzên rûsî, kir.

'HEDEFKIRINA EREBEYA SIVÎL DI CEJNA EKÎTO DE HEDEFKIRINAA EKÎTO YE'

Senherîb Bersûm di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk erêkirinên di navbera aliyên sûrî de, Kurd, Suryan û Ereb be, an jî her lihevkirineke ku bikeve xizmeta gelê Sûriyê û çareseriya siyasî  ne li gorî berjewendiya xwe dibîne.  Dewleta Tirk ajnîde û projeyên xwe yên taybet hene dixwaze bi rêya derxistina fitneyan pêk bîne. Dewleta Tirk naxwaze projeya Rêveberiya Xweser bi ser bikeve û berdewam bike. Ji ber niha ew di rewşeke dijminatiya her tim ji van herêman re ye û ev jî tevî peymanên navneteweyî di navbera wê û dewletên mîna Rûsya û Amerîkayê de."

Bersûm diyar kir ku êrişa dewleta Tirk a li dijî erebeyeke sivîl a ku berê xwe dabû şahiya Cejna Ekîto,  hedefgirtina Ekîto ye, hedefgirtina pêkhateyên ku dixwaze xwestek û nêrîna her wiha parastina gelê xwe nîşan bide û wiha bilêv kir: "Piştî wê jî Meclisa Leşkerî ya Suryanî ya li herêma Xabûr û Til Temirê hate hedefgirtin. Ev meclis ji bo parastina gelê herêmê hatiye erkdarkirin. Êrişa li hemberî Meclisa Leşkerî hedefgirtina hebûna Suryan Asûrî li herêma Xabûr û hewldana derxistina tevlîheviyê li herêmê ye da ku komên girêdayî wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî berfireh belav bibe."

DEWLETA TIRK GEFAN LI HEBÛNA GELÊ ME DIXE

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryanî Senherîb Bersûm bi van gotina dawî li axaftina xwe anî: "Hebûna Tirkî li herêmê sedema bêaramiya herêmê ye. Hebûna dewleta Tirk gefan li hebûna gelê me dixwe. Ev ne nirxandin e. Lê belê hebûna wan li ser rûyê erdê ye. Dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî bû sedema ku ji gelê wê were valakirin û li her herêmekê komeke girêdayî dewleta Tirk heye."

(bx)

ANHA