'Em ji diyalogên guhartina zihniyeta rejîma Sûriyê re amade ne`

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji diyaloga bi hikumeta Şamê re amade ye bi şerta ku zihniyeta wê ya hişk biguhere.

'Em ji diyalogên guhartina zihniyeta rejîma Sûriyê re amade ne`
7 nîsan, 2022   01:56
REQA- EHMED EL- ESAF

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Yasir El-Silêman ji ajansa me re wiha axivî: "Ji destpêka krîza Sûriyê ve, aliyên navneteweyî û herêmî hewl dan çareseriyekê ji vê krîzê re bibînin û hin alî di niyeta xwe de durist bûn û hin aliyên din jî li gorî berjewendiyên xwe dudilî bûn.”

Ji damezrandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêveberî ji bo peydakirina çareseriyeke aştiyane hewl dide xwe bigihîne hemû aliyên din ên aloziya Sûriyê bi şerta ku ev çareserî, yekitiya Sûriyê, jiyana azad û bi rûmet ji gelê Sûriyê re pêk bîne. El-Silêman wiha pê de çû: “Lê di civînên qaşo ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê li dar ketine, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin paşguhkirin. Ruxmî ku li vê herêmê zêdetirî 5 milyon kes hene lê ji van civînan tên dûrxistin."

Yasir El-Silêman destnîşan kir ku hikumeta Şamê hewl da li gorî nêrîna xwe ya teng bi hevkariya Rûsya û Îranê çareseriyekê bibîne, lê bi ser neket, ji ber ku hemû aliyan qebûl nake bi taybet herêmên Rêveberiya Xweser û pêkhateyên wê, ji wê zêdetirî hewl da fîtneyê di navbera gelên herêmê de derxe û hewldanên pêkanîna çareseriyekê li gorî hemû aloziyên Sûriyê têk bibe.

El-Silêman îşaret bi “Lihevkirinan” kir ku hikumeta Şamê li herêmê dest pê kiriye û got: “Ev lihevkirin tu çareseriyan bi xwe re nayne. Armanca wê jî diyar in. Pêwîstiya Sûriyê bi çareseriyeke giştî û nîştimanî heye ku mafên hemûyan û jiyaneke azad û bi rûmet ji gelê Sûriyê misoger dike.”

El-Silêman nirxandina xwe wiha berdewam kir: “Divê hemû aliyên Sûriyê li ser masaya diyalogê rûnin. Divê dewletên garantor rola xwe bilîze, ajandeyên xwe pêk neynin mîna gelek dewletên herêmî ku gelek kes leşker kirin da ku Sûriyê dagir bikin û parçe bikin.”

'RÊVEBERIYA XWESER JI BO DIYALOGÊ BI HEMÛ ALIYAN RE AMADE YER'       

El-Silêman di berdewamiya axaftina xwe de got: "Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina krîza Sûriyê bi hemû aliyan re amade ye, eger ew alî di hewldana peydakirina çareseriyê de durist bin Ji ber ku Rêveberiya Xweser li ser bingehê naskirina mafên hemû pêkhateyan ava bûye û rêbaza paşguhkirin û dûrxistinê qebûl nake.”

El-Silêmanî bi domdarî got: “Krîza Sûriyê tenê bi guhertina zihniyeta dûrxistinê ya hikumeta Şamê çareser dibe, ku hewl dide kesên din bi rêya lihevkirinên şeklî rûreş bike. Rêveberiya Xweser ji dan û standinên aştiyane re amade ye ku dê di encamê de zihniyeta rejîmê were guhertin."

Yasir El-Silêman wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rêveberiya Xweser ji bo guhertina zihniyeta rejîma Sûriyê bi hin aliyên opozisyonê re li hev dike. Di heman demê dem bi aliyên ku li dijî rejîmê ne û ajandeyên dewletên dagirkerên Sûriyê pêk anîn re, li hev nake. Divê axa Sûriyê ji dagirkeriyê were rizgarkirin û hemû alî û pêkhateyên Sûriyê li ser vê yekê li hev bikin."

(dx)

ANHA