​​​​​​​'Kilîta çareseriyê li gel Ocalan e'

Rewşenbîran diyar kirin tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan hewldaneke ji bo rêgirtina li ber belavbûna projeya neteweya demokratîk û gotin, kilîta çareseriyê di destê Ocalan de ye.

​​​​​​​'Kilîta çareseriyê li gel Ocalan e'
7 nîsan, 2022   04:15
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Dewleta Tirk a dagirker di sûc û binpêkirinên yasayên navneteweyî de berdewam e û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan girantir dike, nahêle ne parêzer ne jî malbat bi rêber Ocalan re hevdîtin bikin.

Buroyaa Hiqûqê ya Sedsalê di 25’ê Adara borî de bi daxuyaniyekê got, ji salekê ve tu agahî ji rêber Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ku di girîtgeha Îmraliyê (F) de tê ragirtin nayê girtin.

Herî dawî birayê rêber Ocalan Mihemed Ocalan 25'ê Adarê sala borî bi rêya telefonê 5 deqeyan bi rêber Ocalan re têkilî kiribû. Ji wê demê ve tevahî daxwazên malbat û parêzeran ên ji bo hevdîtinê têne redkirin.

/kr/uploads/files/2022/04/06/202927_-.webp

Girêdayî mijarê Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Dirbêsiyê Ehmed Silêman got, rêber Ocalan girtiyekî siyasî ye, ne terorîst e ku dewleta Tirk îdia dike, heta tecrîd li ser ferz bike û girantir bike."

‛RÊBERTÎ SIYASEMEDAR E NABE BI TERORÊ WERE BINAVKIRIN’

Ehmed Silêman îşaret bi qanûnên navneteweyî yên têkildarî girtiyan  kir û wiha got: "Di qanûnên navneteweyî de çi kesê ku desthelata siyasî ya wî welatî hevdîtinê pê re bike, ew kes dibe siyasetmedarê rêkber. Hikûmetên dewleta Tirk gelek caran hevdîtin bi rêber Ocalan û tevgera azadiya Kurdistanê re kirine. Ji ber wê nabe navê partiyê yan jî navê rêber Ocalan bikeve lîsteya terorê ne jî tecrîd bê ferzkirin."

Silêman destnîşan kir ku li gor qanûnên navneteweyî nabe li ser Ocalan tecrîd bê ferzkirin û got: "Nabe girtiyên siyasî werin tecrîdkirin û hevdîtinên malbat û parêzer werin qedexekirin. Ev yek binpêkirineke ji mafên girtiyên ku doza gelekî dikin e."

Silêman diyar kir ku tecrîda ku dewleta Tirk li dijî rêber Ocalan û girtiyên Îmraliyê pêk tîne, dikeve xizmetî berjewendiyên dewletên kapîtalîst ên komploger, da ku nirxandinên rêbertî û nêrînên wî yên der barê krîzên li Rojhilata Navîn de neyên belavkirin û got: "Projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan ji bo gelên cîhanê blokekî nû ye ku li hember teror û tevliheviyên heyî."

‛NIRXANDINÊN RÊBERTÎ YÊN DI VÊ QONAXA HESTIYAR DE DÊ HEVSENGIYAN SERÛBINÎ HEV BIKIN’

Ehmed Silêman diyar kir ku dewletên kapîtalîst û neteweperest krîzan diafirînin da ku şeran di navbera gelan de çêkin, her wiha destwerdanê li karûbarên hundirîn li gorî berjewendiyên xwe dikin û wiha anî ziman:"Ev dewlet bi xwe sedema tecrîda girankirî ya li dijî rêbertî ya bi serkêşiya dewleta Tirk e. Ji ber Ocalan ne ji bo neteweyekê yan jî gelekî bi tenê têkoşîn dike, lê belê ji bo netewa demokrat têkoşîn dike."

Silêman da zanîn ku her nirxandineke rêbertî  di qonaxa hestiyar de ku Rojhilata Navîn tê re derbas dibe, dê hevsengiyên hêzan serûbinî hev bike. Lê serekên şer û krîzan vê yekê naxwazin.

‛ÇAREYA DAWÎ JI KRÎZÊN HEYÎ RE LI GEL RÊBER OCALAN E’

/kr/uploads/files/2022/04/06/202944_-.webp

Ji aliyê xwe ve helbestvan Omer Şêxmûs got: " Ji berê ve dewleta Tirk şerê Kurd û doza kurdî dike, tevahî hewldanên wê ji bo çewisandina doza Kurd in, di heman demê de jî dewletên din ku xaka Kurdistanê dagir kirine, vê yekê dikin.

Şêxmûs diyar kir ku komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan û tecrîda ferzkirî ne tenê Ocalan dike armanc belku fikir û felsefeya Ocalan dike armanc û got:"Kilîta çareseriyê li gel rêber Abdullah Ocalan û tecrîda girankirî tê wateya ku ew çareserkirina doza kurdî û krîzên Rojhilata Navîn naxwazin."

Şêxmûs di dewama axaftina xwe de diyar kir ku çareserkirina doza kurdî û pêkanîna azadiya fîzkî ya rêber Ocalan nakevin xizmeta dewleta Tirk a dagirker û dewletên hevalbendên wê. Ji ber fikir û felsefeya rêbertî gelan dike yek, bi wê re dewleta Tirk tecrîdê girantir dike û nahêle ne parêzer ne jî malbatê hevîdtinê pê re bikin.

Helbestvanê Kurd Omer Şêxmûs wiha gotinên xwe bi dawî kirin: "Armanc ji tecrîd û zexta ku dewleta Tirk a dagirker li ser girtiyên li Îmraliyê dimeşîne ew e ku zextên siyasî, vîna û moralê gelê Kurd û gelên din bişikîne."

(fr)

ANHA