Saziyên olî êrişên dewleta Tirk ên li dijî perestgehan şermezar kirin

Nivîsgeha Kar û Barên Olî û Kongereya Îslama Demokratîk êrişên dewleta Tirk ên li ser perestgeh û şêniyên herêmê şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kir ku dawî li sûcên wê bîne.

Saziyên olî êrişên dewleta Tirk ên li dijî perestgehan şermezar kirin
6 nîsan, 2022   12:47
QAMIŞLO

Nivîsgeha Kar û Barên Olî û Kongreya Îslama Demokratîk têkildarî hedefgirtina perestgehan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve, daxuyaniyek da raya giştî.

Daxuyanî ji aliyê endamê Akademiya Îslama Demokratîk Munîs El-Miwêys ve hate xwendin û endamên her du saziyan beşdarî xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê da hate gotin: “Dewleta Tirk a bi nûnertiya hikumeta AKP'ê ku îdiaya îslamê dike, hê jî êrişên xwe yên li ser gund û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şîrketa kehrebeyê, perestgeh û binesaziyê di vê meha pîroz a Remezanê de, didomîne û di encamê de bi hezaran şêniyên herêmê ji gund û bajarên xwe koçber bûne û di konên koçberiyê de êşên giran dikişînin.

Em bang li civaka navneteweyî, hemû rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û îslamî dikin ku agirbestê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bînin, binpêkirinên dewleta Tirk ên berdewam bi dawî bikin û koçberan vegerînin gund û bajarên wan."

(dx)