Xwendekarên Zanîngeha Kobanê dest bi hemleya paqijiya kolanên bajêr kir

Xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Kobanê bi dirûşma “Paqijî şaristanî û çand e” dest hawîrdorê û çandina daran kir.

Xwendekarên Zanîngeha Kobanê dest bi hemleya paqijiya kolanên bajêr kir
6 nîsan, 2022   13:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Kobanê pêngava paqijiya hawirdorê destpê kir. Bi pêşengiya Zanîngeha Kobanê û bi beşdariya xwendekar, mamoste û karmendên zanîngehê pêngav tê meşandin.

Xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Kobanê, li sê taxên Kobanê belav bûn û wê li 48 kolanan, her wiha li daristana bajêr û navenda bajêr paqij bikin.

Beriya destpêkirina pêngavê Berdevkê Meclîsa Xwendekaran a Zanîngeha Kobanê Diyar Hemê daxuyaniyek da.

Diyar Hemê diyar kir ku yek ji taybetmendiyên Şoreşa Rojava ew e ku girîngiyê dide parastina çand û xwezayê û got, "Xwezaya paqij, bajar û welatê me bedew û dewlemend dike."

Diyar Hemî bi bîr xist ku demeke li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampanya paqijî û çandina daran bi rê ve diçe û ji her kesî xwest ku ji mala xwe dest pê bikin û derdora xwe paqij bikin, bi çandina daran bixemilînin.

(şx)

ANHA