​​​​​​​Kremlîn: Pûtîn fermana vekişîna ji Kîevê da 

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov ragihand ku vekişîna hêzên Rûsyayê ji Kîevê ji aliyê serokê Rûsyayê ve wek nîşaneya niyeta baş ji bo lidarxistina dan û standinênn bi Ukraynayê re hat dayîn.

​​​​​​​Kremlîn: Pûtîn fermana vekişîna ji Kîevê da 
6 nîsan, 2022   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Dmitry Peskov ji kanal LCI a Fransayê re axivî û got serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn fermana vekişîna hêzên Rûsyayê ji Kîevê daye.

Peskov got: “Ji bo afirandina şert û mercên guncaw ji bo lidarxistina dan û standinan, me xwest însiyatîfa niyeta baş pêşkêş bikin. Em dikarin biryarên cidî di dan û standinan de bidin. Lewre serok Vladimîr Pûtîn biryar da ku hêzên Rûsyayê ji Kîevê vekişin."

Li aliyekî din desthilata li Ukraynayê got vekişîna Rûsyayê ji derdora Kîevê, taktîk e da ku hêzên xwe ji nû ve kom bike û planên nû deyne.

(şx)