​​​​​​​Li Şedadê saetên kehrebeyê zêde bûne

Saziya kehrebeyê ya Hesekê piştî turbînên stasyona kehrebeyê ya Çibisa sererast kirin, li Şedadê saetên kehrebeyê zêde kirin û hemwextî vê jî amadekariyê dike ku kehrebeyê bidin 3 gundên xeta başûrê navçeyê.

​​​​​​​Li Şedadê saetên kehrebeyê zêde bûne
6 nîsan, 2022   12:27
HESEKÊ

Li gorî Saziya Enerjî û Peywendiyan a Şedadê piştî li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê tîmên sererastkirinê yên saziya kehrebeyê turbînên stasyona Çibisa sererast kirin, kehrebe rojane ji saet 6 heta 8 saetan tê dayîn.

Hevseroka saziyê Duha El-Teraf got saetên kehrebeyê ji hefteya derbasbûyî ve hatine zêdekirin, ji ber ku turbînên stasyona kehrebeyê hatin sererastkirin. El-Teraf da zanîn ku kehrebe li Şedadê, El-Hene, El-Meştel, Mergeda, Ebû Faris û El-Xeras hatiye zêdekirin û rojane bûye ji 6 heta 8 saetan û got: "Bircên kehrebeyê ketibûn û hin kesan jî kebl dizîbûn."

Duha El-Teraf destnîşan kir ku hewl didin keblên kehrebeyê yên gundên başûrê Şedadê jî sererast bikin, ji ber ku di encama şerên li herêmê de xirab bûne.

Tê payîn ku proje li gundên Keşkeş, Celal û Xera jî pêk were.

(eh)