`Divê hikumeta Şamê dev ji siyaseta birçîkirinê berde`

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hêrsa ji ber qedexekirina hikumeta Şamê ji derbaskirina madeya ard re ji her du taxana re nîşan da. Bi vê yekê şênî ji madeya nan mehrûm dimînin û gotin kirinên hikumeta Şamê siyaseta birçîkirinê ne.

`Divê hikumeta Şamê dev ji siyaseta birçîkirinê berde`
6 nîsan, 2022   05:53
HELEB

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê duh li ser agahiya tunebûna madeya nan ji navendê belavkirinê re hişyar bûn. Ew jî ji ber endamên Firqeya 4`an a girêdayî hikumeta Şamê derfetê nadin kamyonên ard re ku derbasî her du taxan bibin.

Li gorî agahiyan ku hikumeta Şamê beriya çend rojan derfet neda kamyonên ard ku derbasî taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd bibin û miqdarê ard di depoyan de nema. Îro jî firneyan nikaribû nan ji şêniyên her du taxana re çêkin.

Têkildarî mijarê şêniyên her du taxan ji ANHA`yê re axivîn. Şêniyan got hikumeta Şamê "siyaseta birçîkirinê" bi kar tîne û bang li aliyên pêwendîdar kir ku destwerdanê bikin da ku karesateke mirovî çênebe.

‛HIKUMET DI BIRÇÎKIRINA ŞÊNIYAN DE, XWE DISPÊRE KÎJAN QANÛNÊ’

Welatiya bi navê Zeyneb Omer got, qedexekirina derbaskirina ard tê wateya tunebûna nan û ji ber wê jî gelek pirsgirêk rastî şêniyan tên.

Zeyneb Omer di axaftina xwe de bal kişand ser qanûna ku hikumeta Şamê xwe disperse, ku derbaskirina ard qedexe dike û 200 hezar kes ji nan mehrûm dike.

Her wiha Zeyneb Omer diyar kir ku ev sûcek e, ji ber bi dehan zarok di vê meha pîroz de bê nan dimînin.

Zeyneb Omer di dawiyê de bal kişand ser binpêkirinên çeteyên artêşa Tirk a dagirker beriya çend salan ku li hember şêniyên taxa Şêxmeqsûdê bi kar tanî, ji topbaran, birçîkirin û ew bi kirinên hikumeta Şamê girê da û got, "Hikumeta Şamê jî rêyan qut dike û siyaseta birçîkirinê ferz dike."

 ‘ÎRO ZAROK BÊ NAN IN‘

Welatiya bi navê Xedîce Silêman jî destnîşan kir ku kurdên li tevahî cîhanî rastî qirkirinê bi hemû cûreyên wê tên û wiha axivî: "Tişta ku îro rastî şêniyên taxa Şêxmeqsûd tê, qirkirina bi rêya birçîkirin û qedexekirina nan ji ser şêniyan e."

Xedîce Silêman bang li dewletên Îsalmê û rêxistinan kir ku di vê meha pîroz de destwerdanê bikin, destekê bidein şêniyan, rêyan vekin û zextê li hikumeta Şamê bikin ku ard derbas bike.

Welatiyê bi navê Omer Çîçek jî piştrast kir ku dorpêç ne ji îro de ye, şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê her tim rastî van siyasetan tên, madeyên sereke ji ser taxan hatin qutkirin mîna ard û sotemenî bi taybet.

Di dawiyê de Omer Çîçek bang li xwediyê wijdanan kir ku destwerdanê bikin û hesab ji sûcdaran bixwazin ku danûstandinan li ser pariyê gel dikin.

(bx)

ANHA