Têkiliya malbata El-Esed û çêkirina Captagonê eşkere bû

Raporeke Peymangeha Lêkolînan a New Linesê têkiliya gelek endamên malbata Beşar El-Esed û rayedarên hikumeta wî tevî Hizbullaha Lubnanê di çêkirina Captagonê û qaçaxçîtiya wê de eşkere kirin. Li gorî raporê bazirganiya Captagonê li Rojhilata Navîn 5 milyar dolar derbas kiriye.

Têkiliya malbata El-Esed û çêkirina Captagonê eşkere bû
5 nîsan, 2022   09:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Sala 2021`an bazirganiya Captagonê (kîptagonê) li Rojhilata Navîn gelekî belav bû û 5 milyar dolar derbas kir.

Li gorî rapora Peymangeha Lêkolînan a New Linesê, têkiliyên gelek endamên Malbata Beşar El-Esed, rayedarên payebilind ên hikumeta wî û Hizbullaha Lubnanê di çêkirin û bazirganiya Captagonê de hene.

Di raporê de ku AFP`yê weşandiye û lêkolîner Caroline Rose û Alexander Soderholm amade kiriye, hat diyarkirin ku bazirganiya Captagonê bûye aboriyeke nerewa ku li Rojhilata Navîn û Deryaya Spî bi lez belav dibe.

Li gorî raporê sala 2021`an bazirganiya Captagonê 5.7 milyar dolar derbas kiriye.

Gelek dewletan miqdara rastîn a van madeyan eşkere nekir ku hatine desteserkirin. Li gorî raporê Sûriye hilberînera yekemîn e û Erebistana Siûdî mezêxera sereke ye.

Di raporê de tê eşkerekirin ku têkiliyên gelek endamên malbata Beşar El-Esed û rayedarên payebilind ên hikumeta wî, di bazirganiya Captagonê de hene ku wê wek wesîleyeke ji bo parastina hebûna xwe ya siyasî û aborî bi kar tînin.

Piraniya kargehên çêkirina Captagonê li Lubnanê ne. Di raporê de hat destnîşankirin ku Lubnan berdewamiya bazirgahiya Captagonê ya Sûriyê ye û nuqteya sereke ya belavkirina wê ye.

Li gorî raporê Hizbullah jî sûdê ji vê bazirganiyê werdigire û gelek herêmên di bin kontrola wê de, roleke sereke di qaçaxçîtiya Captagonê de dilîzin.

Captagon madeyeke hişbir a sentetîk e. Li gorî daneyan ev made herî zêde li welatên Ereban tê bikaranîn.

(şx)