Ereb, Kurd û Suryan: Rojbûna rêber Ocalan rojbûna azadiyê ye

Pêkhateyên herêma Cizîrê ku beşdarî şahiya rojbûna rêber Abdullah Ocalan bûbûn diyar kirin ku rojbûna rêber Ocalan ji wan re rojeke gewre ye û rojbûna azadiyê ye û gotin bi rêya felsefeya rêbertî gelan rûmet, welat û rastiya xwe nas kiriye.

Ereb, Kurd û Suryan: Rojbûna rêber Ocalan rojbûna azadiyê ye
5 nîsan, 2022   06:32
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Bi boneya 4`ê Nîsanê roja rojbûna rêber Abdullah Ocalan, duh şahiyek bi dirûşmeya “Dem dema azadiya rêber Abdullah Ocalan e” li stada Şehîdên 12'ê Adarê hat lidarxistin. Di şahiyê de ji pêkhateyên herêma Cizîrê Kurd, Ereb û Suryan bi sedan kes beşdarbûn.

Beşdarên pîrozbahiyê têkildarî girêdana xwe ya bi rêber Ocalan re nêrînên xwe bi me re parve kirin. Ibtîsam El-Miho ku ji pêkhateya Ereb e diyar kir ku ew rêber Abdullah Ocalan bi yekemîn rêbereke gewre dibînin û got, jinên Ereb bi rêya fikrê rêber Ocalan mafnê xwe bidestxistin.

Ibtîsam El-Miho got: “Em hêvî dikin ku rêber Ocalan bi fîzkî azad bibe. Em ê her û her li ser felsefeya wî bimeşin. Roja rojbûna rêber Ocalan ji me re rojeke gewreye.”

Hemze Silêman ji pêkhateya Kurd e, da xuyakirin di dîroka gelê Kurd de mîna rêber Ocalan rêberek nehatiye dîtin û anî ziman ku gelê Kurd bi rêya fikrê rêber Apo rûmet, welat û rastiya xwe nas kir.

Hemze Silêman got: “Bila cîhan bizanbe ku rêber Apo rêberê mirovahiyê ye. Divê ji bo azadiya wî ya fîzîkî em tevbigirin. Di dunyayê de rêberekî mîna rêber Apo ku bê cudahî banga parastina mafên hemû pêkhateyan dike, nehatiye peydakirin.”

Nûra Hina ji pêkhateya Suryan got: “Ez rojbûna rêber Ocalan ji Qamişloyê heta Îmralî pîroz dikim, ez rojbûna wî li hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî pîroz dikim.”

Nûra Hina da zanîn ku roja rojbûna rêber Abdullah Ocalan roja “Cejna azadiyê ye” û got: “Ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelan e, îro roja şahî, daxwaza maf û azadiya hemû pêkhateya ye. Li ser vî bingehî em bang azadiya Rêber Ocalan dikin. Azadiya Rêber Ocalan azadiya hemû gelan e.”

Nûra Hina di peyama xwe de bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk a qirker û got: “Dewleta Tirk dewleteke qirker e. Li dijî hemû pêkhateyan ; Suryan, Êzidî, Çeçan û Kurd komkujî pêk anîne. Em hemû di komkujiyê dewleta Tirk a şovenist re derbas bûne.”

ANHA