'Dewleta Tirk hewl dide her nîşaneyeke kurdan ji holê rake'

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê malên koçberên Serêkaniyê hilweşandin. Girêdayî mijarê endamê Desteya Dîsplîna Giştî ya PYD’ê Salih Nûh da zanîn ku ji siyaseta hilweşandina malan asta kîna dewleta Tirk a ji hebûna kurdan re eşkere dibe.

'Dewleta Tirk hewl dide her nîşaneyeke kurdan ji holê rake'
5 nîsan, 2022   03:28
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe li herêmên dagirkirî dewam dikin. Li Serêkaniyê û Girê Spî bi dehan malên welatiyan hilweşandin.

BINPÊKIRINÊN BELGEKIRÎ

Çeteyên dewleta Tirk di Nîsana 2020’an de li gundê Şirgirak ê başûrê Eyn Îsa yê li ser rêya M4 şênî ji gund derxistin û malên wan wêran kirin. Li gorî agahiyên ku ANHA'yê bi dest xistine dagirekran li vî gundî tenê 25 mal rûxandin.

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyê, artêşa Tirk û çeteyên wê di 22’yê Cotmeha 2019’an heta 30’yê Adara 2020’an 127 mal hilweşandine. Dagirkeran bi îdiaya ku ev malbat beşdarî çalakiyên li dijî wan bûne an jî bi hinceta ku alîgirên Rêveberiya Xweser in, malên wan hilweşandin.

Di cejna Newrozê de, artêşa Tirk a dagirker li gundê Eyn Hîsan ê Serêkaniyê 12 malên şêniyên wê yên ku hatine koçberkirin hilweşandin. Ev yek di dîmenên de eşkere bû.

Beriya çend rojan leşkerên Tirk li gundê Telîl El-Deli yê rojhilatê bajarokê Silûkê yê Girê Spî mala koçberkî hilweşand. Ajansa me demeke berê dîmenê hilweşandina wê malê bi temamî weşand.

Dagirekran li gelek herêman li şûna malên ku hilweşandine baregehên leşkerî ava kirin. Ev hemû sûc digel bêdengiya navneteweyî têne kirine.

‛GELÊ HERÊMÊ DÊ BI TÊKOŞÎNA XWE DAGIRKERÎ Û ÇETEYAN TÊK BIBE’

Girêdayî mijarê, endama Desteya Dîsplîna Giştî ya PYD’ê Salih Nûh wiha got: "Dewleta Tirk ji dema ku hin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirine ve tevahî sûcan; ji koçberkirina bi darê zorê, guhartina demografî, dizîn, hilweşandin, qetilkirin, îşkencekirin, revandin û hilweşandina malên pêk tîne."

Têkildarî armanca ji van sûc û binpêkirinan Nûh da zanîn ku armanc qirkirina Kurdan e, ji ber ku piraniya malên hatine wêrankirin ên kurdan in û wiha got: "Ev nîşaneya eşkere ya dijminatî û kîna dewleta Tirk a li hemberî Kurdan e û hewldaneke da ku bi rêya wêrankirina malan nîşaneyên Kurdan ji holê rakin."

Nûh ev tişt got: "Gelê me li dijî sûcên dewleta Tirk ên li ser herêmê serî hildidin. Dewleta Tirk çi bike jî wê nikaribin vîna gelê me bişikînin. Berovajî wê israra ma ya li ser têkoşîna li dijî dagirkeriya Tirk zêde dibe. Baweriya me bi gelê me heye ku dê heta rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî li hember dagirkerî û çeteyên wê tê bikoşe."

 (fr)

ANHA