Şêniyên Hesekê: Yan çeteyan bidarizînin yan jî wan bibin

Şêniyên Hesekê bêdengiya civata navneteweyî ya li hember dosyaya çeteyên DAIŞ`ê şermezar kir û xwest ev dosya were çareserkirin.

Şêniyên Hesekê: Yan çeteyan bidarizînin yan jî wan bibin
5 nîsan, 2022   04:19
HESEKÊ

Êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ`ê yên 28`ê Adara derbasbûyî yên li dijî kampa Holê hişt ku gelê herêmê li ser vegera xetereya çeteyan bi fikar be.

23`yê Adara 2019`an QSD`ê di aliyê erdnîgariyê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çeteyên DAIŞ`ê têk birin.

Ruxmî vê serkeftinê, lê dîsa jî li herêmê xetereya DAIŞ`ê dewam dike, ji ber ku şaneyên veşartî li herêmên dewleta Tirk dagir kirine, ji Serêkaniyê bigire û heta bi rojavayê Idlibê, belav in.

2 serçeteyên DAIŞ`ê li parêzgeha Idlibê ya ku dewleta Tirk dagir kiriye, hatibûn kuştin.

Xetereya DAIŞ`ê ji dema ku li bajarê Baxozê têk çûn, herî zêde di êrişên li dijî girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a Hesekê 20`ê Çileya derbasbûyî de hate nîşandan.

Gelek çete di dema êrişên li dijî girtîgeha Sînaa de hatin girtin û wan îtîraf kir ku ji herêmên dewleta Tirk dagir kirine, piştgiriya wan dihat kirin.

Tevî Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê gelek caran ragihand ku armanc ji hebûna wan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şopandina çeteyên DAIŞ`ê ye, lê ew daxuyanî neketin pratîkê.

Gelek dewletên di nava Koalîsyona Navneteweyî de hemwelatiyên xwe yên di nav komên çeteyan de wernagirin, heta dadgehên navneteweyî jî li dar naxin ku ev jî daxwazên sereke yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

Welatiyê bi navê Îbrahîm Şêxmûs Abê têkildarî mijarê axivî û got: "Civata navneteweyî li daxwazên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê guhdarî nake. Ji xwe daxwazên wan bidawîkirina xeteriya çeteyan e ew jî bi rêya derxistin an jî li herêmên navborî wan dariznînin. Ji ber ku hebûna wan çeteyan wekî bombeya li ber teqînê ye ku êdî kengî biteqe ne diyar e. Lewma em banga çareserkirinê dikin."

Li aliyekî din jî Mûnewer Zavê guhnedarkirina civata navneteweyî li daxwazên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di têkbirina xetereya DAIŞ`ê ya li ser cîhanê de, xwedî roleke sereke ne, rexne kir.

Welatiya bi navê Intîsar El-Hemadî ya ji taxa Xiwêran anî ziman ku hîn jî herêmên wan di xeteriyê de ne.

Di dawiyê de Intîsar El-Hemadî bang li rêxistinên navneteweyî kir ku dosyaya çeteyên DAIŞ`ê çareser bikin û çeteyan bidarizînin.

(eh)

ANHA