Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bermahiyên topbarana dewleta Tirk bê bandor kirin

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bermahiyên topbarana artêşa Tirk a li ser herêmên li eniyên şer bê bandor dikin.

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bermahiyên topbarana dewleta Tirk bê bandor kirin
Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bermahiyên topbarana dewleta Tirk bê bandor kirin
Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bermahiyên topbarana dewleta Tirk bê bandor kirin
Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bermahiyên topbarana dewleta Tirk bê bandor kirin
Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bermahiyên topbarana dewleta Tirk bê bandor kirin
Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bermahiyên topbarana dewleta Tirk bê bandor kirin
4 nîsan, 2022   23:38
EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hîn jî herêmên li ser eniyên şer ên aliyê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê topbaran dikin û di encamê de zirarên madî û canî çêdibin.

Zirarên li van herêman bi topbarana rasterast sînordar nemaye û gelek top li gundan dikevin. Hin guleyên topan neteqiyane û di encamê de xetere berdewam e ku gelek caran zarok dibin qurbanî.

Di encama van topbaranan de bi dehan welatî bûn qurbanî. Mînaka herî berbiçav jî gundê El-Ihêmîr e ku di encama topbarana dewleta Tirk de zarokên bi navên Mistefa û Adî El-Ehmed şehîd bûn, her wiha zarokên bi navên Mûeyed El-Elî û Adî Îsmaîl ji lingên xwe bûn, di heman demê de zarokê 7 salî Hatim El-Zêdan dema li nêzî navçeya Eyn Îsa pez biribû çêrgehê, şehîd bû.

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî li gel erka bersivdayîna êrişên li dijî navçeyê, bermahiyên van topan radike da ku parastina jiyana welatiyan bike.

/kr/uploads/files/2022/04/04/182622_-.webp

Der barê mijarê de berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Wîsam El-Omer axivî û got: "Bi sedan bermahiyên topên li gundan û herêmên nêzî xetên şer ên li gundên El-Fatse, El-Dibis û derdora navçeya Eyn Îsa, El-Xalidiyê û Erîde hatin rakirin."

Wîsam El-Omer anî ziman ku dema bermahiyên topan radikin, bi xetereyan re rû bi rû dimînin ku artêşa Tirk û çeteyên wê tîmên wan ên endezyariyê dike armanc.

El-Omer destnîşan kir ku bi rakirina bermahiyan, parastina jiyana welatiyan dikin û bang li civata navneteweyî û Rûsyaya ku hêza garantor e, kir ku li hemberî topbarana artêşa Tirk helwesteke cidî nîşan bidin.

Ji destpêka dewleta Tirk û çeteyên wê kantona Girê Spî û gundewarên wê 9`ê Cotmeha 2019`an dagir kirine, di encama topbarana de 58 welatî şehîd û birîndar bûne ku di nav de jin û zarok jî hene.

(eh)

ANHA