Silêman Cafer: Lêkirina dîwar berdewamiya qirkirina Êzidiyan e

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Efrînê Silêman Cafer diyar kir ku plana lêkirina dîwar di navbera Şengal û Rojava de berdewamiya plana qirkirina Êzidiyan e ku di sala 2014`an de dest pê kir. Her wiha anî ziman ku çawa hemû planên berê têk çûn, ev plan jî wê têk biçe.

Silêman Cafer: Lêkirina dîwar berdewamiya qirkirina Êzidiyan e
5 nîsan, 2022   01:56
ŞEHBA – ALAN REŞÎD

Hemwextî sewqiyatên hêzên PDK'ê yên li qadên gerîla yên Herêmên Parastinê yên Medyayê, serokêwezîrê Iraqê yê erka wî bi dawî bûye Mistefa El-Kazimî fermana lêkirina dîwarekî di navbera Şengal û Rojava de da, da ku her du herêman ji hev qut bike. Ji ber vê yekê jî helwestên şermezarkirinê derketin holê.

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Efrînê Silêman Cafer derbarê mijarê de ji ANHA`yê re axivî. Cafer di destpêka axaftina xwe de îşaret bi êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Şengalê, qetilkirina welatiyên wê û tecawizkirina jinan kir ku li ber çavên hêzên PDK'ê de hatin kirin û got: "Me hovîtiya çeteyên DAIŞ`ê di êrişa li ser Şengalê de dît. Ev êriş bi plana tunekirina hebûna Êzidiyên li Şengalê hatibû kirin. Şervanên Yekîneyên Paratina Gel, Yekîneyên Parastin Jin û gerîla bersiv êrişan dan û plan têk bir."

Cafer bal kişand ser peymana 9'ê Cotmeha 2020'an a li dijî Şengalê ku hikumeta Bexda û PDK'ê îmze kiribû û wiha pêde çû: "Piştî ku Şengalê ji bandorên êrişên 2014`an baş bû, di 9`ê Cotmeha 2020`an de PDK`ê bi hikumeta Iraqê re peymanek li dijî Rêveberiya Xweser a Şengalê îmze kir. Armanca ji wê peymanê Şengal tengav bikin, destkeftiyên wê hilweşînin. Her wiha tişta ku DAIŞ`ê nikaribû pêk bîn, temam bikin."

Cafer di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Di demên dawî de wan aliyan dît ku plana wan a duyemîn têk çû û nas kir ku têkiliyên di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de baş û aştiyane ne. Ji ber vê yekê jinûve komplo pêk anî da ku wan têkilyan qut bike. Bi dirêjahiya 250 kîlometreyan û bilindbûna 3 heta 4 metreyan dîwar di navbera her du aliyan de lê dikin."

Silêman Cafer di axaftina xwe de îşaret bi siyaseta artêşa Iraqê kir û wiha axivî: "Artêşa Iraqê gelek caran hewl da ku aramiya herêmê têk bibe, hewl da êriş Xanesorê bikin û tundiyê li ciwanên wê bikin. Lê Şengliyan girêdana xwe bi berxwedanê ve nîşan dan û derfet neda artêşa Iraqê ku tu pêşeketinan pêk bîne."

Têkildarî hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk û hikumeta Iraqê re Cafer ev tişt got: "Desthilatdariya PDK`ê wê hilweşe. Ji ber  ku hişmendiya wê li ser esasê parçekirina Kurdan e, ne li ser esasê yekitiya wan e."

Silêman Cafer destnîşan kir ku dewleta Tirk bi alîkariya gelek aliyan ji wan PDK`ê dixebite da ku Rojava dorpêç bike û wiha dom da axaftina xwe: "Nîşaneyên vê planê gelek caran bi rêya êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê eşkere bûn. Piştî ku li wir têk çûn, dewleta Tirk ferman da PDK`ê û hikumta Iraqê ku bi hinceta şerê qaçaxçiyan dîwar di navbera Şengal û Rojava de lê bike da ku wan ji hev qut bike."

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Efrînê Silêman Cafer di dawiyê de got, plana dewleta Tirk û hevkarên wê dê têk biçe wek ku çawa hemû planên beriya wan têk çûn.

(bx)

ANHA