ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-04-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-04-2022
4 nîsan, 2022   23:00

-Pêngava paqijkirinê ya ku ji aliyê TEV-DEM'ê ve hatiye ragihandin, di roja 5'an de dewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Hesekê bêdengiya civata navneteweyî ya li hember dosyaya çeteyên DAIŞ`ê şermezar kir û xwest ev dosya were çareserkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bermahiyên topbarana artêşa Tirk a li ser herêmên li eniyên şer bê bandor dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dewleta Tirk a dagirker malên koçberên Serêkaniyê dirûxîne. Endamê Desteya Disîlpîna Giştî ya PYD'ê Salih Nûh diyar kir ku ev sûc asta kina dewleta Tirk a li hemberî hebûna kurdan nîşan dide.

- Pêkhateyên herêma Cizîrê ku beşdarî şahiya rojbûna rêber Abdullah Ocalan bûbûn diyar kirin ku rojbûna rêber Ocalan ji wan re rojeke gewre ye û rojbûna azadiyê ye û gotin bi rêya felsefeya rêbertî gelan rûmet, welat û rastiya xwe nas kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Pêwîstiya jinên Rojhilata Navîn bi tiştên kûr ku rêber Ocalan der barê pirsgirêkên dozên jinan de nivîsandiye. Jin bi hev re li ser bingehên madî û zanistî rêbazên rizgariya xwe par ve dikin. Roja jidayikbûna rêber Ocalan ji bo jinan bîrxistina tiştên ku rêber Ocalan ji wan re ji bo rizgarî û xelasiya ji koletiyê pêşkêş kirine.

KURDISTAN

- Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Efrînê Silêman Cafer diyar kir ku plana lêkirina dîwar di navbera Şengal û Rojava de berdewamiya plana qirkirina Êzidiyan e ku di sala 2014`an de dest pê kir. Her wiha anî ziman ku çawa hemû planên berê têk çûn, ev plan jî wê têk biçe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyan tevgerên PDK û tevkriya wê ya bi dewleta Tirk a dagirker re li dijî gerîlayan bi xiyanetê li doz û gelê Kurd bi nav kir û bang lê kirin ku ji komployên dewleta Tirk dûr bikeve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Cîgira hevserokatiya Desteya Rêveberiya Xwecehî û Jîngehê ya herêma Cizîrê Bêrîvan Omer daxwaz ji şêniyan kir ku parastina paqijiya giştî bikin û diyar kir ku parastina jîngehê erka her kesî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA