Siyasetmedar Fîras Qesas îro mêvanê bernameya ANHA'yê ye

ANHA'yê bernameyek taybet têkildarî nêrîna "Îtîlafa siyasî" û "Sembolên dewletê û nasnameya wê", her wiha xeteriyên van siyasetan li ser yekitiya Sûriyê û rêbazên çareserkirina aloziya Sûriyê diweşîne.

Siyasetmedar Fîras Qesas îro mêvanê bernameya ANHA'yê ye
4 nîsan, 2022   13:34
NAVENDA NÛÇEYAN

"Îtîlafa Sûriyê" ya girêdayê dewleta Tirk a dagirker beriya çend rojan nêrîneke siyasî têkildarî mafên pêkhate, ol û baweriyên li Sûriyê derxist.

Hemwextî vê yekê "Komîteya Desûrî" mijara "Sembolên dewletên û nasnameya wê" kir rojevê. Di vê mijarê de tenê behsa erebbûna dewletê kir û pêkhateyên din ên Sûriyê paşguh kir.

Ev mijar di bernameyeke taybet a ajansa me de bi serokê Partiya Nûjen û Demokrat a Sûriyê Fîras Qesas re têne nîqaşkirin.

Bernameya taybet dê saet 17:00'an li ser malpera ANHA`yê û hesabên wê yên medya dijîtal were weşandin:

https://www.youtube.com/channel/UCW353iupRhL8OspPE50U2dg

https://www.facebook.com/hawarnews

/ar/