Li Elpelûrê rojbûna rêber Ocalan hate pîrozkirin

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan li gundê Elpelûr ê Kobanê ku rêber Abdullah Ocalan lê mabû, pîroz kir.

Li Elpelûrê rojbûna rêber Ocalan hate pîrozkirin
Li Elpelûrê rojbûna rêber Ocalan hate pîrozkirin
Li Elpelûrê rojbûna rêber Ocalan hate pîrozkirin
Li Elpelûrê rojbûna rêber Ocalan hate pîrozkirin
Li Elpelûrê rojbûna rêber Ocalan hate pîrozkirin
4 nîsan, 2022   13:22
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê, siyasetmedarên partiyên herêma Firatê, kesayetên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sûriyê û dayika şehîd Hevrîn Xelef li gundê Elpelûr ku mala rêber Abdullah Ocalan lê ye, kom bûn û rojbûna rêber Ocalan pîroz kir.

/ar/uploads/files/2022/04/04/120101_sarh-khlyl.webp

Destpêka şahiyê endama rêveber a Meclisa Jinan a PYD`ê ya Herêma Firatê Sara Xelîl axivî û got roja rêber Ocalan hate dinê, fikra azadiyê jî çêbû û îro hewl didin bi ferzkirina tecrîda li ser rêber Ocalan a di girtîgeha Îmraliyê de, vî fikrî tune bikin.

Sara Xelîl bang li gelên bindest kir ku dengên xwe li dijî faşîzmê bilind bikin da ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan mîsoger bibe û pê re jî gel azad bibe.

Sara Xelîl di dawiyê de anî ziman ku fikra rêber Abdullah Ocalan îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ketiye meriyetê, lê dewleta Tirk naxwaze ev proje bi ser bikeve.

Paşê Koma Botan û Koma Gulava yên Navenda Çand û Hunerê û Koma Dayikan a Tevgera Kevana Zêrîn a Herêma Firatê stran pêşkêş kirin û koma govendê ya navenda çand û hunerê ya navçeya Sirînê şanoyek pêşkêş kir.

(eh)