​​​​​​​Pîrozbahiya 4' Nîsanê ya li Qamişlo bi dawî bû

Pîrozbahiya 4'ê Nîsanê ya li stada Şehîdên 12'ê Adarê bi dawî bû. Di çalakiyê de banga xurtkirina têkoşînê ta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan hate kirin.

​​​​​​​Pîrozbahiya 4' Nîsanê ya li Qamişlo bi dawî bû
​​​​​​​Pîrozbahiya 4' Nîsanê ya li Qamişlo bi dawî bû
​​​​​​​Pîrozbahiya 4' Nîsanê ya li Qamişlo bi dawî bû
​​​​​​​Pîrozbahiya 4' Nîsanê ya li Qamişlo bi dawî bû
4 nîsan, 2022   13:11
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên ji pêkhateyên herêma Cizîrê bi diruşma "Dem dema azadiya rêber Abdullah Ocalan e" 4'ê Nîsanê rojbûna rêber Ocalan li stada Şehîdên 12'ê Adarê ya bajarê Qamişlo pîroz kir. 

Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Tolhildan Zerdeş axivî û ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir.

Paşê endamên Yekitiya Jinên Ciwan navê Apo li qada pîrozbahiyê nivisand.

Di pîrozbahiyê de komên; Tolhildan, Zîlan, Stêra Zêrîn, Botan û hunermend Baran Dilbuhar stran. Koma Şehîd Welat jî govend pêşkêş kir.

Pîrozbahî bi gerandina xelekên govendê û berzkirina diruşmeyên silavkirina berxwedana rêber Ocalan bi dawî bû.

ANHA