Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê rojbûna rêber Ocalan pîroz kir

Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê bi çalakiyên cuda rojbûna rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê rojbûna rêber Ocalan pîroz kir
Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê rojbûna rêber Ocalan pîroz kir
Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê rojbûna rêber Ocalan pîroz kir
Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê rojbûna rêber Ocalan pîroz kir
Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê rojbûna rêber Ocalan pîroz kir
Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê rojbûna rêber Ocalan pîroz kir
Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê rojbûna rêber Ocalan pîroz kir
Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê rojbûna rêber Ocalan pîroz kir
4 nîsan, 2022   12:56
ŞEHBA

Meclisa Kampa Veger a li navçeya Şêrawa li kampê parka bi navê Rêber Ocalan vekir. Her wiha şêniyên Efrînê di bin dirûşma "Bi rihê 4`ê Nîsanê em ê neteweya demokratîk ava bikin û bi rêber Apo re azad bijîn" li park, kamp û cihên giştî dar çandin.  

Meclisa Kampa Veger a li kampê ‘Baxçeyê Rêber Ocalan’ vekir, dayika şehîd Ciwan Efrîn Mewlîde Mistefa şerîta derî birî û piştre şêniyan dest bi çandina daran kir.

Her wiha li Kampa Berxwedan a li navçeya Fafînê, Kampa Serdem a li gundê Til Sosîn, Kampa Efrîn a li navçeya Ehdas û li kampa Şehbayê ya li navçeya Şêrawa bi sedan dar hatin çandin.

Şêniyên navçeya Til Rifet, Ehdas, Fafînê û bajarokê Babinis û gundên wê jî li deverên giştî dar çandin.