​​​​​​​Li Tebqayê Parka 4`ê Nîsanê hat vekirin

Bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê Parka 4`ê Nîsanê vekir. Di heman demê de PYD`ê 170 şitil li Baxçeyê Serokatî yê Amûdê çandin.

4 nîsan, 2022   12:39
TEBQA

Bi boneya 4`ê Nîsanê ku rojbûna rêber Abdullah Ocalan e, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê, Parka 4`ê Nîsanê vekir.

Di merasîma vekirinê de endama Komîteya Rêbertî ya Tebqayê Şeza El-Hisên bi daxuyaniyekê got: "Rojbûna rêber Ocalan rojbûna azadî û avakirina PKK`ê ye, her wiha destpêka azadiya gelan e û roja zayîna fikra neteweya demokratîk e. Bi vî şeklî rojbûna Rêbertî bû rojbûna me tevan."

Di dawiyê de dayika şehîd Mihemed El-Doş, Semîre Kaûd deriyê parkê vekir û beşdaran dest bi çandina şitilan kir.

AMÛDE

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) îro bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan 170 şitil li Baxçeyê Rêbertî yê navçeya Amûdê çandin. Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, nûnerên partiyên siyasî, Kongra Star û bi dehan şêniyên navçeyê tev li çandina şitilan bûn.

TIL HEMÎS

Bi heman boneyê şêniyên navçeya Til Hemîs û endamên saziyên sivîl bi dehan şitil li goristana şehîdan a navçeyê çandin. Beşdaran alên Kongra Star û saziya Malbatên Şehîdan û wêneyên rêber Abdullah Ocalan rakirin.

(eh)