Dewleta Tirk zextê li cerdevanan dike da ku tev li êrişên li ser Başûr bibin

Dewleta Tirk a dagirker ji bo êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê amadekariyan didomîne. Li gundên li ser xeta sînor leşkeran bi cih dike û zextê li cerdevanan dike da ku tev li êrişên li ser Başûr bibin.

Dewleta Tirk zextê li cerdevanan dike da ku tev li êrişên li ser Başûr bibin
4 nîsan, 2022   12:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker li gundên ser xeta sînorê Başûr-Bakurê Kurdistanê leşkeran bi cih dike. Di hefteya dawîn de wesayîtên leşkerî leşker birin gundên ser sînor ên Colemêrgê û Şirnexê yên Bakur û çekên giran li ser sînor bi cih dikin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê leşker li gundên ser sînor ên li navçeya Çelê ya Colemêrgê hatine bicihkirin û li vê herêmê liv û tevgerek zêde ya leşkerî heye.

Hat zanîn ku leşker li gundên Zawîte, Aşût, Gêman ên Çelê û gundê Elemûnê yê navçeya Qileban a Şirnexê û li herêma Siwara Kotra leşker hatine bicihkirin. Ji bo van leşkeran kon hatine vedan û gelek saziyên fermî yên dewletê jî hatin valakirin da ku leşker lê bimînin.

Rayedarên artêşa Tirk beriya demekê li baregeha leşkerî ya li herêma Siwara Kotra civiyabûn û hat zanîn ku li ser plansaziya êrişê axivîne. Çavkaniyên xwecih jî ragihand ku cara yekem e li herêmê tevgerek wiha leşkerî ya zêde heye.

Her wiha hate zanîn ku leşker li van gundên li ser sînor zextan li cerdevanan dikin ku tev li êrişan bibin.