Hikumeta Lubnanê îflasa dewletê û Banka Navendî ragihand

Hikumeta Lubnanê îro îflaskirina dewletê û Banka Navnedî ragihand û daxuyand ku "Dê deyn û ziyan di navbera dewlet, Banka Navendî, bank û xwediyên mewdûatan de were dabeşkirin.”

Hikumeta Lubnanê îflasa dewletê û Banka Navendî ragihand
4 nîsan, 2022   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê serokatiya hikumeta Lubnanê Seade El-Şamî îflaskirina dewletê û Banka Navendî ya Lubnanê ragihand.

El-Şamî got: "Dê ziyan û deyn di navbera dewletê, Banka Navendî, bank û xwediyên mewdûatan de were dabeşkirin, lê tu rêjeyeke diyar tune ye. Mixabin dewlet û banka Lubnanê îflas kirin. Sedema vê binketinê jî siyasetên bigirêk in û ger em gavekê neavêjin, ew ê ziyanên mezintir çêbin."

Têkildarî dan û standinên li gel Banka Cîhanê jî El-Şamî got: "Em bi Banka Cîhanê re diaxivin û cara yekemîn ku şandeyeke wiha mezin tê û di têkiliyan de bi pêş de çûne."

El-Şamî diyar kir ku ew hêvî dikin vê carê bigihêjin peymanekê û got: "Dan û standinên vê gerê girîngiyê didin gelek mijaran, ji wan rewşa bankan û ji nû ve sazûmankirina wan, siyaseta darayî ya xizmeta deynên giştî, sererastkirina qada giştî û kehrebeyê, siyaseta bankê û çareserkirina enflasyonê.”

El-Şamî her wiha destnîşan kir ku şîrketa KPMG Banka Navendî ya Lubnanê kontrol dike.

(eh)