​​​​​​​Hûrgiliyên êrişa dewleta Tirk a li dijî endamê Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryanî

Wergêrê bi hêzên Rûsyayê re hûrgiliyên hedefgirtina xwe û endamê Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryanî Orom Marûkî ji aliyê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk ve, eşkere kirin.

​​​​​​​Hûrgiliyên êrişa dewleta Tirk a li dijî endamê Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryanî
​​​​​​​Hûrgiliyên êrişa dewleta Tirk a li dijî endamê Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryanî
​​​​​​​Hûrgiliyên êrişa dewleta Tirk a li dijî endamê Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryanî
​​​​​​​Hûrgiliyên êrişa dewleta Tirk a li dijî endamê Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryanî
​​​​​​​Hûrgiliyên êrişa dewleta Tirk a li dijî endamê Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryanî
​​​​​​​Hûrgiliyên êrişa dewleta Tirk a li dijî endamê Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryanî
4 nîsan, 2022   11:20
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker duh gelek gundên navçeya Til Temirê û stasyona kehrebeyê topbaran kirin. Her wiha dewleta Tirk bi balafirên bêmirov endamê fermandariya giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryanî Orom Marûkî û wergêrekî hêzên Rûsyayê kirin hedef.

Têkildarî detayên êrişê wergêr Fadîm El-Ehmed li navenda Meclisa Leşkerî ya Suryan û hêzên Rûsyayê ya li navçeya Til Temirê ji ANHA’yê re axivî. El-Ehmed diyar kir ku ew bi hêzên Rûsyayê yên li Til Temirê re dixebite û duh bi şev dewleta Tirk nuqteyên hikumeta Şamê û stasyona kehrebeyê kirin hedef.

El-Ehmed got: "Çawa rewş aram bû, min û hevalê Orom Marûkî berê xwe da cihê bûyerê da ku ji nêz ve ziraran bibînin. Balafireke bêmirov a dewleta Tirk em kirin hedef, top li nêzî me ket, piştre em yekser bi topan kirin hedef. Di encamê de ez û hevalê Orom Marûkî birîndar bûn.”

El-Ehmed da zanîn ku piştî êrişan ew bi hêzên Rûsyayê re civiyan û hemû belge nîşanî wan kirin, li ser vê yekê bang li Rûsyayê kirin ku helwestekê nîşan bide, lê hêzên Rûsyayê tenê got wan ev belge pêşkêşî fermandarên xwe kirine.

El-Ehmed bêdengiya hêzên Rûsyayê ya li hemberî van êrişan rexne kir.

Her wiha fermandarekî hêzên Rûsyayê pirsa nûçegihanê me ya têkildarî helwesta Rûsyayê bê bersiv hişt.

(eh)