‘Heke PDK êriş bike, ev dê ji bo wê xwekujî be’

Li hemberî amadekariya êrişê ya PDK'ê ya li gel dewleta Tirk a dagirker a li dijî PKK'ê, endamê PYD'ê Xelîl Osman û hevserokê Yekitiya Rewşenbîran Kurdiyar Dirêhî got ev êriş dê ne ‘birakujî’ be lê ji bo PDK'ê dê ‘xwekujî’ be.

‘Heke PDK êriş bike, ev dê ji bo wê xwekujî be’
4 nîsan, 2022   00:52
QAMIŞLO – HEVAL TAYLAN

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê 26'ê Adarê ragihand ku  agahî gihaştine ber destê wan ku PDK dê îsal bi rengekî çalak tev li êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîla bibe û destnîşan kir ku ji bo tevlêbûna aktîf a PDK'ê di êrişên dagirkeriyê de û rewakirina wan, dê çalakiyên provokatîf bên lidarxistin. Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê di daxuyaniya xwe de bang li parlamentoya Başûrê Kurdistanê û raya giştî kir ku PDK'ê hişyar bikin.

Li ser daxuyaniya KCK'ê û helwesta PDK'ê endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Xelîl Osman û hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Kurdiyar Dirêhî got heke PDK di nava vê plana qirêjî de cih bigie, ev dê xwekuştin be. Osman û Dirêhî bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî da ku Kurd di demekê de ku hevsengiyên cîhanê diguherin, ji mafên xwe bê par nemînin û destnîşan kir ku hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk re dê dawiya xwe bîne.  

‘EV ŞER DÊ NE 'BIRAKUJÎ' BE, DÊ 'XWEKUJÎ' BE’

Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Xelîl Osman bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker ji bo tunekirina gelê Kurd û destkeftiyên wan bi şev û roj dixebite û diyar kir ku di Newroza 2022'yan de gel dilsoziya xwe ya bi rêber Abdullah Ocalan û PKK'ê re nîşan da û wiha axivî: "Di demên dawî de me dît ku dijmin dixwaze bi rêbazên qirêjî komkujiyan pêk bîne. Plan dike ku vê yekê bi rêya PDK'ê bike. Di çarçoveya vê plana qirêjî de, kuştina pêşmergeyan û plankirina hin sûîqestan dê PKK bihata dorpêçkirin û tevlêbûna PDK'ê ya di êrişan de bihata rewakirin. Em tu carî naxwazin şerekî bi vî rengî biqewime, ji ber ku dijminên Kurdan dê bi ser bikevin. Her wiha ne ji bo parçeyekî, ji bo hemû parçeyên Kurdistanê dê bibe pirsgirêkeke mezin. Ya rast ew e, yên ku li gel dijmin li dijî gelê xwe şer bikin, di xwe jî tune bikin. Lewma ev şer dê ne 'birakujî' be, lê 'xwekujî' be."

'DEWLETA TIRK DIXWAZE DI SEDSALIYA XWE DE BI DESTÊ PDK'Ê PKK'Ê BIQEDÎNE'

Xelîl Osman îşaret pê kir ku ew li dijî şerê di navbera hêzên Kurdan de ne û alîgirên kongreya neteweyî ne û got: “Îro PKK çi qas xurt bibe, PDK jî dê xurttir bibe. Divê PDK bi vî rengî lê binere. Dema ku em bibin yek em xurttir dibin. Em di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ne, şerê Ukrayna û Rûsyayê heye û hevsengiyên cîhanê diguherin. Tirk xwe li gorî vê amade dikin. Di sala 2023'yan de dê bikevin sedsaleke nû û çawa ku di damezirandina komara xwe de Ermen qetil kirin, dê bixwazin Kurdan jî tune bikin. Haya wan jê heye ku Kurd xwedî rêxistin in, dikarin li ber xwe bidin û xwedî wê hêzê ne ku dikarin xwe biparêzin. Ji ber vê yekê dixwazin PKK'ê biqedînin û vê yekê jî bi destê PDK'ê bikin."

Osman wiha pê de çû: "Ne cara ewilî ye, ne jî ya dawî ye ku PDK li cem dijminên Kurdan disekine û li dijî Kurdan şer dike. Di vê serdemê de ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn didome û dinya ji nû ve tê dîzaynkirin, Kurd çi qasî bibin yek, dê ew qasî bi ser bikevin. Di salên 1980'yî de dema Iraqê bi serokatiya Seddam êrişî Îranê kir, PDK'ê êrişî Kurdên Îranê kir. Piştî şerê 8 salan, li Helebceyê komkujî çêbû."

'ROJ ROJA YEKITIYÊ YE'

Xelîl Osman ev hişyarî da: "Ev şerê gengaz dê bi kêrî AKP-MHP'ê were, qirkirinê bîne serê Kurdan û bibe sedem ku hemû destkeftiyên me bên tunekirin. Divê destkeftiyên ku me îro bi dest xistine xurttir bikin û mîsoger bikin. Roj roja yekitiyê ye. Çawa ku di Newrozê de gel nîşan da ku yek e, em hêvîdar in dê partiyên Kurdan jî bibin yek."

Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Xelîl Osman gotinên xwe bi vê bangê bi dawî kirin: "Divê gelê me li hemberî provokasyonên gengaz, êrişên li hemberî PKK'ê hişyar be. Şerê gengaz dê ji bo Kurdan xedar be. Îro Kurd bi projeyên xwe li Rojhilata Navîn pêşeng in. Dixwazin vê projeyê ji holê rakin. Ya ku herî zêde dixwaze jî AKP-MHP ye."

'LI SER DESTKEFTIYAN METIRSÎ HENE'

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Kurdiyar Dirêhî jî diyar kir ku destkeftiyên ku gelê Kurd bi berdêlên giran bi dest xistine, di nava metirsiyê de ne û got: "Nûçeyên herî dawî yên li ser PDK'ê, cihê xemgîniyê ne. Ji ber ku gelê Kurd di tevahiya dîrokê de berdêlên giran dan. Heke em li Başûr binihêrin, em nikarin komkujiyên bi serê gelê Kurd de hatine yên wekî Helebce û Enfalê bi hêsanî ji bîr bikin. Yanî destkeftiyên îro li Başûr hatine bidestxistin, bi berdêlan hatine bidestxistin. Lê belê ev destkeftî li ber xetereyê ne ku îro bi hêsanî bikevin destê dewleta Tirk a mêtinger."

Dirêhî diyar kir ku ev sedsal ji bo mafên Kurdan ên ku ji wan bêpar hatine hiştin, bi têkoşînê derbas bûye lê ji ber nebûna yekitiyê Kurd li pêşberî êrişên dijmin 'yek bi yek' têk çûne. Dirêhî wiha dewam kir: “Em îro dikevin sedsaleke nû. Dewleta Tirk a faşîst di vê sedsalê de amadekariyan dike ku gelê Kurd ji mafên xwe bê par bihêle. Wek rewşenbîr me gelek caran bang kir û me got yekitiya neteweyî ya Kurdan û kongreya neteweyî ji bo gelê Kurd di sedsala nû de mafên xwe bi dest bixin, pêwîstiyek e û divê di navbera hêzên leşkerî yên Kurdan de stratejiyeke hevsengiya siyasî hebe."

Kurdiyar Dirêhî got: “Em nikarin giliyê dewleta Tirk bikin, ji ber ku dijmin e. Lê rêbazên ku PDK dimeşîne, xizmeta dewleta Tirk a dagirker dike. Bi taybetî dema ku mirov li daxuyaniya KCK'ê ya 26'ê Adarê dinêre, PDK amadehiya êrişeke mezin li dijî PKK'ê û gerîla dike. Ev amadekarî dikare bi navê “xwekujî” bê binavkirin. Ji ber ku gelê me ji bîr nekiriye ku şerê 'birakujî'yê di salên 1990'î de li Kurdistanê bû sedema êşên çawa.”

XETEREYA LI SER BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Kurdiyar Dirêhî diyar kir ku PDK'ê bere jî serî li kiryarên provokatîf daye û got: "Heke PDK li dijî gerîlayên azadiyê bikeve nava êrişê, hem destkeftiyên li Başûr dê ji dest biçin, hem jî dê xweseriya Başûr nemine. Jixwe hikumeta navendî ya Iraqê, dewleta Tirk û hêzên din wê ditepisînin.”

Dirêhî ev bang kir: “Sedemên sereke ew in ku partiyên Başûr ne yek in û berjewendiyên eşîrî û malbatî ji bo wan girîng in. Ev rewş bû sedem ku berjewendiyên stratejîk ên gelê Kurd ji bîr bikin. Wek rewşenbîr em banga xwe ya her carê dubare dikin û bang li PDK'ê dikin ku tev li vî şerî nebe. Ez bang li parlamentoya Başûr, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl dikim ku li hember vî şerê qirêjî bisekinin û  rê nedin PDK'ê ku xizmeta dewleta Tirk bike.”

'PKK HÊVIYA GEL E'

Kurdiyar Dirêhî destnîşan kir ku sedema bingehîn a dijminatiya dewleta Tirk a li dijî Tevgera Azadiyê, rêbertiya wê ya ji gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn re ye û anî ser ziman ku PDK şaşiyeke dîrokî dike û got: “PDK şaşiyeke dîrokî dike, ji ber ku PKK hêviya gel e û gel xwe di nava PKK'ê de dibîne. Di Newroza 2022’yan de  banga hemû Kurdên li hundir û derveyî welat zelal bû; azadiya rêber Abdullah Ocalan û derxistina Tevgera Azadiyê ji 'lîsteya terorê'. Ji ber ku her kes dizane ku Tevgera Azadiyê di vê sedsalê de ji bo parastina mafên gelê Kurd û gelên bindest pêşengî ji têkoşînê re kiriye.”

Kurdiyar Dirêhî di dawiyê de ev bang li PDK’ê kir: “Di dawiyê de ez dixwazim vê peyamê ji PDK'ê re bişînim; di çanda Kurdan de çîrokeke dîk heye ku xwediyê wî di serî de dixwaze ew bang nede û piştre jî bibe mîna mirîşkekê. Heke wan daxwazan bi cih neyne dê sere wî were jêkirin lewma çi jê xwestin kir lê dema jê xwestin hêkan bike û wî jî nekarî, sere wî jê kirin. Dewleta Tirk di vê çîrokê de mîna dîkekî mûamele li PDK'ê dike. Bi taybetî divê birêz Mesûd Barzanî vê baş bizane. Nexwe dê dîrok efû neke.”

ANHA