‛Em serdanên şaneyên Tirk ji herêmên dagirkirî re şermezar dikin’

Komîteya Koçberên Herêma Serêkaniyê serdanên dewleta Tirk a dagirker ji herêmên dagirkirî re, bi taybet Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî şermezar kirin.

‛Em serdanên şaneyên Tirk ji herêmên dagirkirî re şermezar dikin’
3 nîsan, 2022   17:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê Komîteya Koçberên Herêma Serêkaniyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Dewleta Tirk a dagirker piştî dagirkirina bajarên Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî rojane ‎şandên leşkerî û siyasî serdana herêmên dagirkirî dikin, weke ku ev herêm beşeke ji ‎axa Tirkiyê ye, têne pêşwazîkirin. Herî dawî jî şandeya bi serkêşiya Ehmed Sorcan ‎ku wekî endamê AKP’ê û parlementerê dewleta Tirk tê nasîn serdana Serêkaniyê ‎kir, bi rengekî bê yasayî û bi hevkariya Encûmena Xwecihî ya Serêkaniyê û çeteyên bi ‎wê ve  girêdayî tê kirin.

Ev serdan di çarçoveya siyaseta dewleta Tirk a dagirkirina herêman pêk tê, di ‎serî de jî bajarên Serêkaniyê heta Efrînê û Girê Spî û hin herêmên din ku dirêjahiya 9 ‎hezar km pêk tê.‎

Ew herêmên dagirkirî di bin qeyrana dewleta Tirk de tê şewtandin, weke kiryarên ‎DAIŞ’ê tê meşandin, tiştê diyar dike ku ev siyaseta dewleta Tirk a dagirker hemû gelê ‎herêmê li dijî wê derdikevin û qet wê qebûl nakin.‎

Ev siyaseta dewleta Tirk a dagirker di serî de dixwaze wan erdinîgariya herêmên ‎dagirkirî têxe bin erdinîgariya Tirkiyê û wan herêman ji xelkên wê vala bikin, ev yek ‎jî li pêşiya çavên civata navnetewî pêk tê, ku ev yek jî çareseriya pirsgirêka Sûriyê dirêj ‎dike.

Em wekî komîteya Koçberên Serêkaniyê careke din tekez dikin ku em van kiryarên ‎bêmirovahî bi tundî şermezar dikin û vê yekê qebûl nakin û napejirînin, her wiha em ‎ji gelê xwe re aşkere dikin ku em ê her tim di kar û xebatên xwe de israr bin heta ku ‎em herêmên dagirkirî rizgar dikin. Her wiha em bang li civata navnetewî، ‏bi taybet ‎netewên yekbûyî û saziyên huqûqî  dikin ku li hember van kiryaran helwesteke tund ‎nîşan bidin û bi erkên xwe rabin û rê li ber van kiryarên dewleta Tirk a dagirker ‎bigirin, da ku gelên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe bikaribin vegerên herêmên xwe ‎û ewlehiya Sûriyê bi giştî pêk were, li gorî pirojeyên rewayî piştî ku hemû piroje têk çûn ‎ji bo çareseriya Sûrî.‎"

ANHA