Pispor: Dewleta Tirk dihêle DAIŞ li ser piyan bimîne

Lêkolîner û pisporê kar û barên komên îslamî û cîhadîst Mistefa Emîn teqez kir ku dewleta Tirk di berdewamkirin û mayîna DAIŞ`ê de rol lîst û herêmên dagirkirî kirin spartgehên serçeteyên DAIŞ`ê.

Pispor: Dewleta Tirk dihêle DAIŞ li ser piyan bimîne
4 nîsan, 2022   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN- EKREM BEREKAT

Di 28`ê Adarê de şaneyeke çeteyên DAIŞ`ê li Kampa Holê ya li rojhilatê bajarê Hesekê êriş bir ser dewriyeyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li kampê. Beriya wê jî di 20`ê Çileyê de çeteyan êrişî Girtîgeha Sînaa ya ku çeteyên DAIŞ`ê lê tên girtin, kiribû.

Lêkolîner û pisporê kar û barên komên îslamî û cîhadîst Mistefa Emîn têkildarî mijarê got, dihat texmînkirin ku çeteyên DAIŞ`ê piştî têkçûna di aliyê cografî de ji nû ve derkevin holê û li Sûriyê û Iraqê êrişan pêk bînin. Emîn ew yek spart lêkolîn û nirxandinên ku hatine kirin û wiha dewam kir: "Ji nû ve bicihbûna DAIŞ`ê bi rêya aktîvkirina şaneyên veşartî û bicihkirina wan li herêmên Sûriyê û bi taybet li bakurê Sûriyê û çolistana Sûriyê û eniyên şer ên bi hêzên artêşa Sûriyê re, her wiha bi rêya zêdebûna şaneyan bi taybetî li herêmên Hêzên Sûriyê Demokratîk, danîna kemînan û pêkanîna êrişan li dijî QSD`ê, pêk hat. Her wiha çalakbûna wê li Iraqê bi taybet li çolistana Enbar, Diyala û Kerkûkê. Ev hemû nîşaneyên destpêkirina operasyonên nû ji aliyê DAIŞ`ê ve bûn."

`DIVÊ SEDEMÊN DERXISTINA TERORÊ JI HOLÊ BÊN RAKIRIN`

Mistefa Emîn daxuyand ku çeteyên DAIŞ`ê bi rêya hilweşandina bircên kehrebeyê û êrişên li dijî hêzên Iraqê yên hemwextî êrişên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, zirareke mezin gihand dewleta Iraqê û wiha pê de çû: "Hemû tiştên me bi bîr xistine, destpêka pêkanîna operasyonên mezin bûn, wekî operasyona Girtîgeha Sînea, ku ji dema xelîfeyê berê yê DAIŞ`ê Ebû Îbrahîm El-Haşimî ve bi awayekî birêxistinkirî plana wê hatibû kirin. Bi wê operasyonê wekî dihat xwestin bal kişand. Lê belê DAIŞ`ê xwe ji nû ve bi rêxistin kir û Hesen El-Haşimî wekî xelîfeyekî nû hilbijart. Bi wê yekê xwest nîşan bide ku ew hîna li ser piyan e û dikare êrişan pêk bîne."

`DAMEZIRANDINA DAIŞ`Ê BI PLAN BÛ`

Emîn di axaftina xwe de destnîşan kir ku DAIŞ encama pirsgirêk, fikir û aloziyên li welatên Ereban û welatên îslamî ye û wiha dirêjahî da axaftina xwe: "Ji rêxistinên selefî û cîhadîst heta bi dewleta Îslamê li Iraqê û heta dewleta Îslamê li Iraq û Şamê û heta ragihandina rêxistina dewleta îslamê li Mûsilê sala 2014`an, her wiha cografiya wê ji 2014`an heta 2017`an û piştre derxistina DAIŞ`ê ji Mûsil û Reqayê, bi plan bû."

Mistefa Emîn xuya kir ku hemû dewletên ku li dijî dewleta nîştimanî ne, niha ji DAIŞ`ê sûd digirin û got: "Ji ber ku DAIŞ van dewlet û hikumetan tengezar dike, tirs û tevlîheviyê belav dike."

ÇAWA DIKARE LI HEMBERÎ DAIS`Ê BÊ SEKINANDIN?

Emîn teqez kir ku ji bo sekinandina li hemberî DAIŞ`ê divê li hemberî fikirên ku li ser ava bûye were sekinandin, da ku endamên nû tevlê nebin. Her wiha da zanîn ku divê hikumetên welatên ku DAIŞ lê belav bûne, stratejiyên diyar li hemberî tundî  fikrên radîkal deynin û got: "Divê paşguhkirin û xizanî ji holê bên rakirin. Divê sedemên ku dihêlin teror derkevin holê, bên tunekirin. Ji ber gelek sedeman ev yek zehmet e; sedema sereke şerê siyasî ye ku hîna li welatên ku DAIŞ lê belav bûne dewam dike wekî Iraqê. Li Iraqê hîna jî Sunne, Şîe û etnîka Kurd û Ereb hene. Ev yek jî di mayîna rêxistina DAIŞ`ê de rol dilîze."

Emîn di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku di aliyê ewlehiyê de têkoşîn li dijî DAIŞ`ê tê meşandin lê belê ev tenê bi kêr nayê. Emîn bal kişand ser ku divê li hemberî fikrê DAIŞ`ê were sekinandin û xelk ji xeteriya vî fikrî were agahdarkirin û wiha domand: "Sekinandina li hemberî DAIŞ`ê mijareke pir bi girêk e. Ji bo têkoşîna ewlehî û fikrî li hemberî DAIŞ`ê berpirsiyarî dikevin ser milê civaka herêmî. Divê civata navneteweyî jî ji bo rêgirtina li pêş van rêxistinan û belavbûna wan li welatan, stratejiyan deynin.

Ew yek jî tê wateya ku divê têkoşîna li hemberî DAIŞ`ê hevpar be, ji ber ku zehmet e û ji ber ku hîna jî aloziyên aborî, diravî û civakî di nav civaka herêmî de hene. Niyeta civata navneteweyî jî nîn e ku têkildarî vê mijarê stratejiyekê deyne."

‛DEWLETA TIRK DI MAYÎN Û BERDEWAMBÛNA DAIŞ`Ê DE ROL LÎST’

Lêkolîner û pisporê kar û barên komên îslamî yên cîhadîst Mistefa Emîn bal kişand ser rola dewleta Tirk di mayîn û berdewambûna DAIŞ`ê de û got: "Dewleta Tirk ji destpêkê ve wekî ku şerekî Sunne û Şîe ye li herêmê, nêzî DAIŞ`ê bû. Tirkiye ji bo derbasbûna çeteyên radîkal ji herêmê re, navend bû. Her wiha hişt ku DAIŞ bi hêsanî tev bigere û di pêkanîna sûcên dermirovî de pê re bû alîkar. Di aliyê aborî de jî bi awayekî neyekser alîkarî da DAIŞ`ê, bi taybet di dizîn û qaçaxkirina petrol û şûnwaran de bû alîkar. Her wiha Hêzên Sûriya Demokratîk ku şerê DAIŞ`ê dikin, tengezar kir da ku lawaz bikin. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bakurê Iraqê yên di bin serweriya dewleta Tirk de ji bo serçeteyên DAIŞ`ê veguherîn spartgehên ewle. Nîşaneya berçav a vê yekê jî hebûna Ebû Bekir El-Bexdadî li bajarokê Barîşa û hebûna Ebû Îbrahîm El-Haşîmî li gundê Atmê ye ku li wir jî hate kuştin."

Mistefa Emîn teqez kir ku ji bo hesabxwestina ji dewleta Tirk , divê civata navneteweyî tedbîran li dijî wê bigire, ji ber ku ew sedema derketina gelek aloziyan li Rojhilata Navîn e û got: "Civata navneteweyî di vê mijarê de ne cidî û ne zelal e."

ANHA