Li Qamişloyê pîrozbahiya 4`ê Nîsanê

Şêniyên Qamişloyê rojbûna 73`yan li rêber Abdullah Ocalan bi pîrozbahiyekê bicoş pîroz kir, di pîrozbahiyê de hat gotin: “Rojbûna te rojbûna me ye, bi hatina te em vejîn bûn.”

Li Qamişloyê pîrozbahiya 4`ê Nîsanê
3 nîsan, 2022   19:19
QAMIŞLO

Bi boneya 4`ê Nîsanê roja rojbûna rêber Abdullah Ocalan şêniyên Qamişloyê li taxa Xerbî pîrozbahiyek li dar xist, bi dehan welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Kolana ku lê pîrozbahî hat lidarxistin, bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan hatibû xemildandin. Beşdaran bi berzkirina sloganên “Bijî serok Apo” û “Bê Serok Jiyan nabe” dîlan gerandin.

Di pîrozbahiyê de Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Zîn Eslan axivî û rojbûna rêber Ocalan li tevahî gelan pîroz kir û bi hatina rêber Ocalan gel bû xwedî îrade û got: “Em bi hatina te vejîn bûn. Rojbûna te rojbûna me ye.”

Bi dengê stranbêj Mueyed Şiwêş û gotina çend stranên şoreşgerî pîrozbahî bi dawî bû.

(sb)

ANHA