​​​​​​​Jinên Efrînê: Jin bi fikir û felsefeya rêbertî ji koletiyê rizgar bûn

Jinên kantona Efrînê rojbûna rêber Abullah Ocalan li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û teqez kir ku bi saya fikir û felsefeya rêbertî jinê xwe ji zihniyeta desthilatdar rizgar kir, her wiha banga bilindkirina têkoşînê ji bo azadiya fîzîkî ya rêbertî kir.

​​​​​​​Jinên Efrînê: Jin bi fikir û felsefeya rêbertî ji koletiyê rizgar bûn
4 nîsan, 2022   03:28
ŞEHBA – ALAN REŞÎD

4`ê Nîsanê salvegera rojbûna rêber Abdullah Ocalan e. Gelên herêmê vê rojê weke roja azadiyê û rizgakririna ji koletiyê dibînin. Ev jî bi xwespartina ji fikir û felsefeya ku li ser esasê neteweya demokratîk û jiyana azad û demokratîk hatiye avakirin.

Di vê derbarê de jinên kantona Efrînê ji ANHA`yê re axivîn û got, rojbûna rêbertî roja rojbûna wan e, ji ber bi saya fikir û felsefeya wî azadiya xwe bi dest xistin û civak bi rê ve birin.

‛FIKRÊN RÊBERTÎ RONAHÎ JI GELÊN BINDEST Û TEVAHÎ JINAN RE YE’

Welatiya bi navê Guney Mistefa ku ji kantona Efrînê û li navçeya Ehdasê dijî, rojbûna rêber Abdullah Ocalan li tevahî şêniyên kantona Efrînê pîroz kir û wiha axivî: "Ez rojbûna rêberê mirovahiyê li tevahî şêniyên kantona Efrînê pîroz dikim, nexasim li jinên ku hatin rizgarkirin û bi saya fikir û felsefeya wî xwe bi rê ve dibin."

Guney Mistefa wiha domand: "Piştî ku jin bi hezarê salan di bin bandora zihniyeta desthilatdar de jiya û di jiyanê de bû mexlûqekî duyemîn, rêber APO bi saya fikir û felsefeya xwe hişt ku jin ji nû ve xwe nas bike, civakê di hemû warên leşkerî, xizmetguzarî û aborî  de bi mêr re bi rê ve bibe."

Guney Mistefa di axaftina xwe de behsa tecrubeya Rêveberiya Xweser û serkeftina jinê di rêvebirina civakê de kir û ev tişt anî ziman: "Îro em dibînin ku piştî Rêveberiya Xweser ku li ser esasê neteweya demokratîk, fikir û felsefeya rêber APO hatiye avakirin, nirxên civakê li herêmê bi rêya pêşengtiya jinê ji vî fikrî re, pêşket."

Guney Mistefa di dawiyê de teqez kir ku jinên Efrînê şopdarên rêya rêber Apo û felsefeya wî ne heta ku hemû jinan û Efrînê rizgar bikin.

 ‘CÎHAN DEYNDARÊ RÊBER APO YE‘

Hacer Hesen ku ji kantona Efrînê ye û di kampa Berxwedan a kantona Şehbayê de dijî rojbûna rêbertî li tevahî jinan nexasim jinên herêma Efrînê, pîroz kir.

Hacer wiha axivî: "Fikir û felsefeya rêber Apo bûye xelasiya ji koletiya ku li tevahî cîhanê belav bûye û bûye ronahiya ji rizgarkirina kapîtalîzma ku li ser esasê yekane û qedexekirina bidestxistina mafên jinan di pêşengiya xwe û civakê de û mirov kirine mîna alavekê."

Hacer Hesen di dawiyê de teqez kir ku cîhan deyndarê rêber Apo ye ku fikir û felsefeyeke li ser esasê demokratîk û azadiyê ava kiriye.

Welatiya bi navê Heyat Mihemed jî ku di kampa Berxwedan de dijî ev tişt anî ziman: "Pişt ku jinê xwe li ser esasê fikir û felsefeya rêber Apo bi rêxistin kir, dewleta Tirk tecrîdeke giran li ser rêbertî ferz kir û hevdîtina wî bi parêzeran re qedexe kir her wiha pêwendiya wî bi malbatê re jî qedexe kir."

Heyat Mihemed tecîrda giran ku li ser rêber Apo tê ferzkirin, bêdengiya navneteweyî derbarê tecrîdê de nexasim Meclisa Neteweyên Yekbûyî û rêxistina CPT ku erka xwe li hember rêberê gelên azadîxwaz pêk nayne, şermezar kir.

(bx)

ANHA