An ez ê te bi wate jiyan bikim an jî...

An ez ê te bi wate jiyan bikim an jî...
4 nîsan, 2022   06:50

 ZÎLAN HELEB

Her sal di roja 4’ê Nîsanê de gelê Kurd û dostên wî li Kurdistanê û gelek welatên din bi boneya jidayikbûna rêber Apo şitilên daran diçînin. Çandina şitilên daran berdewamkirina jiyanê, xurtkirina têkoşîna azadiyê û bilindkirna asta jiyana azad îfade dike. Ev roj bi coşeke pir mezin li her devera Kurdistanê bi şahî û kêfxweşî tê pîrozkirin. Roja 4’ê Nîsanê ji bo gelê Kurd û bi taybetî ji bo jina Kurd rojeke gelekî bi wate ye. Jina Kurd vê rojê wek rojbûna xwe pênase dike, ji ber vê jî bi dil û can vê rojê pêşwazî dike. Bi rojbûna rêber Apo re felsefeya jiyana azad di civaka Kurd de hate pêşxistin û em jî roja jidayikbûna rêber Apo roja jidayikbûna xwe dibînin û bi rojbûna rêber Apo re wek destaneke nû hatiye nivîsandin, qebûl dikin.

ZAYÎNA YEKEMÎN Û QONAXÊN NAKOKIYÊN JIYANA ŞAŞ

Rêber Apo pêvejoya jiyana xwe wek sê zayînan (qonaxan) dinirxîne. Zayîna yekemîn, dema ku Rêbertî li gundê Amarayê ku girêdayî Riha-Xelfetî di 04.04.1949’an de ji dayik dibe. Wekî hemû zarokan dixwazin Rêbertî li gorî çanda civakê mezin bikin. Lê Rêbertî tu carî çanda heyî ji bo xwe qebûl nekiriye û jiyana heyî bi awayekî baş dahûrandiye. Li dijî zîhniyeta baviksalar dest bi têkoşînê dike û li hemberî sîstema kaptalîst a cinsiyetperest serî hildide. Dema ku rewşa dayika xwe û hemû dayikên gund dibîne ku çawa ji mîrasa xwedawendiyê dûr ketine û bûne amûrekî di nava civakê de; dema dibîne ku di nava civakê de bêadeletî, bêhuquqî û bêwîjdanî heye, vê rewşê qebûl nake û dikeve nava nakokiyên mezin. Ji ber vê jî Rêbertî ji heftsaliya xwe ve li hember jiyana heyî dest bi têkoşînê dike. Li hemberî van ferzkirinên jiyana baviksalar wîsa dibêje “Ey zeman, an ez ê di te de bi wate bijîm an jî ez ê wekî ku ez nejiyame, bihesibînim.”

Ji ber wê jî Rêbertî dixwest her tiştî bi cewher û hebûna xwe ve jiyan bike. Tevgera wî di gund de bala her kesî dikşand. Tiştê ku bala her kesî dikşand pirsa wî û hezkirina wî bi xwezayê re û hevaltiya wî bi însanan re bû. Ji bo wî her tişt di jiyanê de zindî ye û mafê her zindiyekî ya vê jiyanê heye. Ji ber wê dema dibîne ku her netewek bi ziman, çand û hebûna xwe dijî, lê civaka Kurd nikane bi zimanê xwe û bi çanda xwe bi hebûna xwe bijî. Dema bi zimanê xwe diaxife rastî biçûkxistinê tê û bi qatilaman re derbas dibe. Dema diçe dibistanê ev nakokî pê re kûr dibin. Li ser vî esasî bi gotina ku Kurdistan hatiye mêtingehkirin li hemberî sîstema dewlata faşîst a Tirkiyê dest bi rêwîtiya bê dawî dike.

Kesên ku ji her kesî zêdetir pêwîstiya xwe bi têkoşîna azadiyê heye jin e. Ji ber vê jin rojbûna Rêbertî weke rojbûna jiyanek nû, rojbûna felsafa jiyana azad, rojbûna dîrokeke nû digere dest û xwe li ser vî esasî bi rêxistin dike. Ji ber wê bi hezaran jinên Kurd ref bi ref tevlî rêwîtiya azadiyê bûn; heval Sakîne, Zîlan, Sema, Bêrîtan, Viyan, Avesta û hwd. Gelek jinên Kurd ji bo têkoşîna azadiyê canê xwe kirin mertal, ji bo jiyaneke azad û bi rumet. Ji bo gelê xwe biafirîne û gelê xwe ji zilm û zora heyî rizgar bike.

ZAYÎNA DUYEMÎN Û LÊGERÎNÊN AZADIYÊ

Di sala 1971’an de, di zanîngehên Tirkiyê de dest bi birêxistinkirina şoreşgeran kir û gelek dilxwazên azadiyê ku bi bawariyeke mezin got “em ê sîstema desthiladariyê hilweşînin û em ê bi felsafa wekheviyê û azadiyê di nava gelan de pêş bixin.” Bi vê yekê dest bi têkoşîna tolhidanê kirin. Di sala 1978’an li Amedê gundê Fîsê lidarxistina kongreya yekemîn, bi navê Partiya Karkerên Kurdistanê dest bi birêxistina xwe kirin. Ev nav bû tirseke mezin û kete dilê dijminên gelê Kurd. Ev nav li tevahî cîhanê belav bû û her kesî meraq dikir ku kî pêşengê vê destana nû ye. Careke din mîna ronahiyeke derket pêşberî dîrokê û ew bû pêşengê bi milyonan gelên azadîxwaz. Pêl bi pêl keç û xortên ciwan tev li têkoşînê dibûn û gelê ku dilê xwe ji bo azadiyê lê dida ber bi rojê ve diherkî. Êdî rojbûna Rêbertî, rojbûna hêviya bi milyonan gelan bû.

Jina Kurd û tevahî jinên cîhanê rojbûna rêber Apo rojbûna azadî û demokrasiyê, wekhevî û edelatê dibîne û bi teybet jina Kurd bi tevlêbûna xwe, bû pêşenga jina azad. Ji ber vê Rêbertî di sala 1998’an de projeya rizgariya azadiya jin dest pê kir û di sala 2008’an de projeya zanista jinan (jineolojî) bi pêş xist. Zanista jin, weke dayika hemû zanistan bi nav dike. Di roja îro de ne tenê jina Kurd tevahî jinên cîhanê hembêz dikin. 

ZAYÎNA SÊYEMÎN Û MANÎFESTOYA ŞARISTANIYA DEMOKRATÎK

Di sala 1999’an de dema Rêbertî ji Kenyayê bi destê dostê sexte tê revandin û dîl tê girtin û radestî dewlata faşîst a Tirkiye dikin pêvajoyeke nû bi nav dike, ji ber derbasî qonaxeke nû dibe. Her kes dizane ku rêber Apo bi awayekî bêedelat hate darizandin û ev yek rastî û bêbextiya pergala deshilatdaran û rûreşiya wan derdixe holê. Lê Rêbertî girtîgeha Îmralî veguhert cihê hesapxwestina dijmin. Di roja me ya îro de çav, guh û mêjiyê her kesî li Îmraliyê ye û dilê wan li wê derê lêdide. Ji ber wê jî Rêbertî di pêvejoya Îmraliyê de projêya Netewa demokratîk ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn û yên cîhanê bi pêş xist û bi dehan manîfesto pêşkêşî gelê Kurd û tevahî gelan kirin.

Ji ber wê ev 23 sal e Rêbertî li Îmralî tê ragirtin û tecrîta giran li ser Rêbertî tê ferzkirin. Weke em dibînin ku sîstema kapîtalist û ya desthilatdar ji fikir û felsafa Rêbertî ditirsin, ji ber wê tiştên ji destên wan tê dikin û roj bi roj tecrîdê li ser Rêbertî giran dikin û şerê herî mezin li Îmralî tê meşandin. Ji ber Rêbertî li hemberî zîhniyeta kapîtalist têkoşînekî bê hempa dide meşandin. Ji ber wê dewlata Tirkiyê bi awayekî hovane û bê rehm êrişî gelê Kurd dike.

SALA SERFIRAZÎ Û AZADIYA RÊBER APO

Gelê Kurd bi tevlîbûna xwe ya qada Newroza 50’î saliya serfîraziyê û newroza azadiya Rêbertî bi milyonan herîkin qada Newrozê. Ev dîmen dide diyarkirin ku kes nikare li pêşiya têkoşîna azadiya gelan bibe kelem. Bi diruşmeya milyonan gelan a dibêje, “bê Rêbertî jiyan nabe” qada Newrozê xemilandin û ev yek dide diyarkirin ku kes nikane vîna gelê azadîxwaz bişkîne.

Jina Kurd careke din di qada 8’ê Adarê û Newrozê de xwe kir xelek li derdora rêber Apo û xwedî li Rêbertiya xwe derket û got “Azadiya jinê bi azadiya rêber Apo ve girêdayî ye, heya rêber Apo azad nebe em jî azad nabin.” Jina Kurd li tevahî Kurdistanê û cîhanê bi boneya jidayikbûna rêber Apo şahiya bilindkirina têkoşîna azadiyê li dar dixe.

Ev sal dê bibe sala azadiya rêber Apo û azadiya tevahî gelên azadîxwaz. Careke din em ji dil û can rojbûna rêber Apo li tevahî jinan û tevahî gelan pîroz dikin û wê ev sal bibe sala serkeftina gelan û mîsogeriya azadiya rêber Apo ya fîzîkî.