​​​​​​​Dagirker Zirganê topbaran dike: Welatiyek birîndar bû

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayê wê bi çekên giran navçeya Ziraganê topbaran dikin. Di encamê de welatiyek birîndar bû.

​​​​​​​Dagirker Zirganê topbaran dike: Welatiyek birîndar bû
3 nîsan, 2022   13:12
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayê wê navenda navçeya Zirganê, gundewarên wê yên başûr, rojava û bakurê rojavayê wê bi dijwarî topbaran dikin.

Hêzên dagirker navenda navçeya Zirganê û gundên wê Dadebdal, Hac Bobî, Wesfe, Um Hermela yê rojava, Niwêhat, Esediyê, Til Hermel, Rebîat, Til Werd û Projeya Sedam El-Ubeyd bi çekên giran topbaran dikin.

Di topbarana li devera di navbera gundê Til Werd û navenda navçeyê de welatiyê bi navê Mîzer Elî Mecbûb di serî û destê xwe de birîndar bû. Welatiyê birîndar rakirin nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a navenda navçeyê.

Her wiha ziyanên mezin gihaştin milên welatiyan.

ANHA