Ji bo zarokên şehîdan şahiya 4'ê Nîsanê hate lidarxistin

Bi diruşma "Rojbûna rêbertî rojbûna tevahî gelên azad e", Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Tebqayê bi hevkariya Komîteya Çand û Hunerê şahiyek ji zarokan re li dar xist.

Ji bo zarokên şehîdan şahiya 4'ê Nîsanê hate lidarxistin
Ji bo zarokên şehîdan şahiya 4'ê Nîsanê hate lidarxistin
Ji bo zarokên şehîdan şahiya 4'ê Nîsanê hate lidarxistin
Ji bo zarokên şehîdan şahiya 4'ê Nîsanê hate lidarxistin
Ji bo zarokên şehîdan şahiya 4'ê Nîsanê hate lidarxistin
3 nîsan, 2022   13:24
TEBQA

Bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan, Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê û Komîteya Çand û Hunerê şahiyek ji zarokên şehîdan re li dar xist.

Malbatên şehîdan, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, partiyên siyasî û meclisên leşkerî beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulhekîm El-Elî 4' ê Nîsanê li rêber Ocalan û tevahî gelên herêmê pîroz kir û got, rojbûna rêbertî rojbûna azadxwazan e.

Hevseroka Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê Rojşîn El-Mihemed jî bal kişand ser berxwedana rêbertî di girtîgeha Îmraliyê de û ev tişt anî ziman: "Rêber Ocalan li ber xwe dide û wê li ber xwe bide, ew e yê ku rêya azadiyê nîşanî gelan daye. Dewleta Tirk wê nikaribe roja me tarî bike."

Piştî axaftinan, koma Tebqa şanoyek pêşkêş kir, koma Efrîn jî starn û koma dîlanên folklorî yên kurdî û koma Duret El-Furat a dîlanên hunerên xwe pêşkêş kirin.

Di dawiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan diyarî dan zarokan.

ANHA