Dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî amadekariya avahiyeke din a mêtîngeriyê dike

Çavkaniyan ji kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku artêşa Tirk li gundekî navçeya Cindirêsê amadekariya avakirina avahiyên mîtîngeriyê dike.

Dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî amadekariya avahiyeke din a mêtîngeriyê dike
3 nîsan, 2022   12:53
ŞEHBA

Çavkaniyan diyar kir ku desthilata Tirk erdên çandiniyê ajotin da ku avahiyên mîtîngeriyê ava bikin û malbatên ji herêmên Sûriyê, her wiha malbatên çeteyan li wan bi cih bike.

Dagirkeriya Tirk dest danîn ser erdên çandiniyê yên li gundê Xerza yê navçeya Cindirêsê.

Hejmara avahiyên mîtîgeriyê yên ku desthilata Tirk bi piştgiriya komeleyên Qeterê û Kiwêtê ava dike, gihaştiye zêdetirî 20 avahiyan.

Artêşa Tirk bi lêkirina avahiyên mîtîngeriyê dixwaze hejmareke mezin ji malbatên çeteyan û ji herêmên Sûriyê bi cih bike, da ku demografiya herêmê biguhere.

(eh)

ANHA