​​​​​​​Panorama hefteyê: El-Sedir ji diyalogên avakirina hikumeta Iraqê vekişiya

Hate ragihandin ku Firqeya "25" a girêdayî hêzên hikumeta Şamê ku Rûsyayê destekê dide wê tê perwerdekirin, da ku li kêleka hêzên Rûsyayê li Ukraynayê şer bikin. El-Sadir 40 roj muhlet da Çarçoveya Hemahengiyê da ku hikumetê ava bike.

​​​​​​​Panorama hefteyê: El-Sedir ji diyalogên avakirina hikumeta Iraqê vekişiya
3 nîsan, 2022   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya derbasbûyî îşaret bi perwerdekirina hêzên hikumeta Şamê yên girêdayî Rûsyayê da ku wan bişîne Ukraynayê, aloziya siyasî ya li Iraqê û rewşa Lîbyayê kir.

‘EL-NEMÎR PERWERDEYÊN XWE ZÊDE KIRIN DA KU TEV LI ŞERÊN LI UKRAYNAYÊ BIBIN’

Rojnameya Şerq El-Ewsat der barê rojava Sûriyê de wiha nivisî: “Duh hat ragihandin ku hêzên Firqeya 25`an a hêzên hikumeta Şamê bi serkêşiya Suhêl El-Hesen ku bi navê hêzên El-Nemîr tê naskirin, ev 3 roj e perwerdeya xwe berdewam dikin da ku biçin Ukraynayê û li rex hêzên Rûsyayê şer bikin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku ev hêz ferman û fînanseyê ji hêzên Rûsyayê digirin û derdora 700 endamên wê û efserên Rûsyayê tev li perwerdeyê bûne.”

`EL-SADIR TAKTÎKA XWE GUHART`

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: "Serokê Tevgera El-Sadir Muqteda El-Sadir taktîka xwe guhart, piştî ku di bin zextê de bû da ku lihevkirinan pêk bîne û serokekî nû yê welêt were hilbijartin û piştre serokê hikumetê. El-Sadir ev zext veguhast dijberê xwe yê Çarçoveya Hemahengiyê û ji wan xwest ku di 40 rojan de hikumetê ava bikin.

El-Sadir li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Ji bo ku Iraq bê hikumet nemîne, va ye ez derfetê didim Çarçoveya Hemahengiyê ku bi hemû blokan re dan û standinanê bike da ku hikumetê ava bike. Divê heta mehekê hikumetê ava bike.”

`METIRSIYÊN JIHEVKETINA KOMÎTEYA 5+5`

Girêdayî kar û barên Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Metirsî hene ku Komîteya 5+5 ji hev were xistin. Li gorî analîzvanên siyasî, gelek astengî li pêşiya komîteyê derketine.

Berdevkê fermandariya giştî ya Artêşa Lîbyayê Ehmed El-Mismarî destnîşan kir ku piştî hewldanên siyasetkirina wê bi destê hikumeta Wehda Wateniye, metirsî hene ku komîte ji hev bikeve. Her wiha destnîşan kirin ku fermandariya giştî pabendî lihevkirine Cinêvê ye ku di 20`ê Cotmeha 2020`an de pêk hatî. Li gorî wê peymanê, agirbest hat ragihandin.”

ANHA