Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Rojbûna Serok rêya gelên azadîxwaz ronî kir

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên Ereb, Kurd û Suryan got rojbûna rêber Abdullah Ocalan rêya gelên azadîxwaz ronî kir û ji bo azadiya wî ya fîzîkî banga mezinkirina têkoşînê kir.

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Rojbûna Serok rêya gelên azadîxwaz ronî kir
3 nîsan, 2022   01:45
NAVENDA NÛÇEYAN

4`ê Nîsanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan e. Piştî ku gelên herêmê fikirên rêber Abdullah Ocalan di pratîkê de pêk anîn, gelek destkeftî bi dest xistin, jê ya herî girîng Rêveberiya Xweser e ku edaleta civakî û azadî lê serwer e û hemû pêkhate bi hev re lê dijîn.

/kr/uploads/files/2022/04/02/174820_-.webp

Ji pêkhateya Keldan Seydî Henna yê ji Dêrikê têkildarî vê boneyê wiha axivî: “Rojbûna Rêbertî, ronahî ye û rêya pêkhate û gelên li Rojhilata Navîn ronî kir. Li ser vê esasê em rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin, ji ber fikir û felsefeya wî ku daye gelên azadîxwaz.”

Henna wiha domand: “Rêber Abdullah Ocalan cudahî nexist navbera pêkhate, ol û nîjadan. Ez hêvî dikim ku Nîsan bibe meha azadiya rêber Abdullah Ocalan.”

/kr/uploads/files/2022/04/02/174841_-.webp

Şêniyê bi navê Sebîr Mehmûd jî got: “Rojbûna rêber Abdullah Ocalan xwedî wateyeke cuda ye, ew roja hebûna me ye. Rojbûna wî, mîna roja ku di jiyana me de piştî serdemên zilmê hilhatiye. Me ji fikirên wî hêz, fezîlet û aqilmendî wergirt. Felsefeya rêber Abdullah Ocalan, hemû pêkhateyên herêmê di bin fikirekê de hembêz kir ku dûrî şer û wêraniyê ye.”

Seberî wiha pê de çû: “Ji erka me ye ku em hewl bidin tecrîda li ser bişikînin. Bi azadiya wî ya fîzîkî re hemû gelên herêmê azad dibin.”

/kr/uploads/files/2022/04/02/174801_-.webp

Sîdana Henûş a ji pêkhateya Çerkez jî got: “Ciwanên Çerkez li ser fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan in da ku rêya xwe di Rêveberiya Xweser de temam bikin.”

Sîdana ev li gotinên xwe zêde kir: “Berê em hatibûn paşguhkirin. Lê bi saya fikirên rêber Abdullah Ocalan pêkhateyên herêmê çanda xwe rave kir. Vekirina komeleya Çerkezan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo me destkeftiyeke mezin e û hebûna me nîşan dide.”

Sîdana di dawiyê de got: “Hemû pêkhateyên herêmê dixwazin fikirên rêber Abdullah Ocalan li cîhanê bi giştî belav bibin. Em hêvî dikin ku Serok azad bibe û sala bê bibe sala azadiya wî.”

/kr/uploads/files/2022/04/02/174916_-.webp

Ji Tebqayê şêniya bi navê Macîde El-Hisên diyar kir ku rojbûna rêber Abdullah Ocalan rojbûna fikireke nû ye ku banga azadiya gelan û pêkanîna edalet û wekheviyê dike. Der barê rewşa rêber Abdullah Ocalan de Macîde got: “Li gel tunebûna edaletê, em ji ber rewşa tenduristiya wî bi fikar in.”

Macîde destnîşan kir ku gelên herêmê berxwedana xwe ji berxwedana rêber Abdullah Ocalan di girîtgeha Îmraliyê de digirin ku girtîgeh kiriye dibistanek û wiha domand: “Piştî ku Rêbertî modela neteweya demokratîk ji me re pêşkêş kir û jin ji koletiyê rizgar bû, divê em jî berxwedanê berdewam bikin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk bînin û projeya xwe biparêzin.”

Macîde bang li rêxistinên civata navneteweyî kir û got: “Em bêdengiya we ya li hember doza rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin.”

/kr/uploads/files/2022/04/02/174931_-.webp

Şêniyê bi navê Nasir El-Abir jî wiha got: “4`ê Nîsanê rojbûna xwediyê fikirê mirovahî ya azad rêber Abdullah Ocalan e. Ev fikir ji me hatibû dûrxistin. Lê bi saya şoreşên gelan ev fikir gihaşt me. Piştî pêkanîna vê projeyê ku neteweya demokratîk û biratiya gelan esas digire, edalet û wekhevî di navbera beşên civakê de pêk hat û gelên herêmê ji rêbertî hez kir.”

Nasir El-Abir bang li gelên herêmê kir ku têkoşîn û berxwedanê mezin bikin û bang li rêxistinên mafên mirovan û dadgeha edlê ya navneteweyî kir ku rêber Abdullah Ocalan azad bikin.

/kr/uploads/files/2022/04/02/174859_-.webp

Şêniya bi navê Faîze Ehmed diyar kir ku rojbûna rêber Abdullah Ocalan rojbûna azadiya jinan e û bi domdarî got: “Îro rojbûna hemû jinên cîhanê ye. Bi rojbûna vî ronakbirî, azadiya jinan jî pêk hat û dehfeke mezin da jinan ku di hemû waran de rola xwe bilîzin û destkeftiyan pêk bînin.”

Di dawiyê de Faîze got: “Heta rêber Abdullah Ocalan azad bibe, dê têkoşîn û berxwedana me berdewam bike û em ê dengê xwe bigihînin hemû qadên navneteweyî.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JRzxHGtWnE0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>