Salvegera damezirandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê hate pîrozkirin

Salvegera 6'emîn a damezirandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê hate pîrozkirin û dewreyeke din a şervanan bi dawî bû.

Salvegera damezirandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê hate pîrozkirin
Salvegera damezirandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê hate pîrozkirin
Salvegera damezirandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê hate pîrozkirin
Salvegera damezirandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê hate pîrozkirin
Salvegera damezirandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê hate pîrozkirin
Salvegera damezirandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê hate pîrozkirin
2 nîsan, 2022   14:20
MINBIC

Bi boneya salvegera 6'emîn a damezirandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Akademiya Şehîd Koçerîn şahiyek li dar xist. Di şahiyê de dewreyeke din a şervanên meclisê qediya.

/ar/uploads/files/2022/04/02/130202_mhmd-mstfa.webp

Şervan û fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, nûnerên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl beşdarî şahiyê bûn.

/ar/uploads/files/2022/04/02/130138_mhmd-khyr-alabw.webp

Şahî bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve dest pê kir.

Paşê Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Mistefa (Ebû Adil) axivî, îşaret bi girîngiya avakirina meclisan, bûyerên ku beriya avakirina meclisê û piştî wê rû da kir û got: "Ev roj li ber dilê me hêja ye."

Her wiha Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo jî salvegera 6`emîn a damezirandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê pîroz kir û got ew hêz, îrade û berxwedana xwe ji berhemên berxwedana şervanên meclisê digrin.

El-Ebo wiha domand: "Damezirandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê, bîranîneke ne jê rêzê ye ku em bi bîr tînin, lê belê ji bo vejandina rihê Minbic û gundewarê wê ye."

Piştre Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê, plaket diyarî Ceyş El-Siwar (Artêşa Şoreşgeran),  Nivîsgeha Parastinê, Meclisa Leşkerî ya Minbiê kir.

Paşê merasîmê derçûna 40 şervanan li dar ket.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin û torana leşkerî ya şervanên derçûyî dest pê kir.

Dewreya perwerdeyê bi navê Şehîd Cafer Hec Elî bû. Di dewreya perwerdeyê 3 mehan dewam kir de 40 şervan ji hêzên Komandos tev lê bibûn û waneyên fikrî, leşkerî û siyasî dîtin. Merasîm bi gerandina govendan bi dawî bû.

 (bx)

ANHA