ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-04-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-04-2022
2 nîsan, 2022   23:00

-Bi boneya 4'ê Nîsanê li Dêrik û gundewarên wê çalakî tên lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Saziyên civaka sivîl ên Girkê Legê di çarçoveya çalakiyên 4'ê Nîsanê de daran li gundê Helaqê diçînin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiyên siyasî yên li bajarê Qamişlo têkildarî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyekê li navenda têkilî û şêwirên dîplomasî didin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan, Kongra Star a bajarê Hesekê daran li kampa Serêkaniyê diçînin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li Tirbespiyê bi boneya 4'ê Nîsanê şahiyek li baxçeyê Rêber Apo tê lidarxistin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Malbatên şehîdan ên navçeya Çilaxa di çarçoveya çalakiyên 4'ê Nîsanê de li derdora bendava  Çilaxa daran diçînin. Saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên Ereb, Kurd û Suryan got rojbûna rêber Abdullah Ocalan rêya gelên azadîxwaz ronî kir û ji bo azadiya wî ya fîzîkî banga mezinkirina têkoşînê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jeff Miley diyar kir ku di demekê de ku modernîteya kapîtalîst di nava krîzê de bû, rêber Abdullah Ocalan û tevgera azadiyê ya Kurd di dîroka şoreşê de beşeke nû ya birûmet nivîsand. (BI WÊNE).

- Hevserokê KNK`ê Ahmet Karamûs destnîşan kir ku wê di demen pêş de biryara dadgeha Dîwana Edaletê ya Ewropayê der heqê derxistina PKK’ê ji `lîsteya terorê` de eşkere bibe û got “Ji ber berjewendiyên dewletên Ewropayê yên bi dewleta Tirk re, PKK di nava lîsteyê de ye. Êdî argumanên wan ên tawanbariyê jî nemane.” (BI WÊNE).

- Bavê şehîd Egîd Xelîl têkildarî şehadeta kurê xwe di hemleya Gurzê Gelan a li dijî êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê de axivî û destnîşan kir ku bi şehadeta kurê xwe serbilind e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Dayikên Aştiyê liv û tevgera hêzên PDK'ê yên li herêmên Parastinê yên Medyayê şeremzar kirin û got: "Kiryarên PDK'ê li dijî yekitiya neteweyî ne û wê di dîroka wê ya reş de werin nivisandin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Hate ragihandin ku Firqeya "25" a girêdayî hêzên hikumeta Şamê ku Rûsyayê destekê dide wê tê perwerdekirin, da ku li kêleka hêzên Rûsyayê li Ukraynayê şer bikin. El-Sadir 40 roj muhlet da Çarçoveya Hemahengiyê da ku hikumetê ava bike.

JIN

- Ereb, Kurd, Ermen û Asûriyan bi hev re di nava YPJ`ê de li hember DAIŞ`ê û dewleta Tirk a dagirker dikin û efsaneyên lehengiyên raber kirin ku navên wan bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokî de hatin nivisandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Esas ne derxisitna qanûnên baş e, lê ya baş rêzgirtina li hemberî van qanûnan û pêkanîna wan e. Rejîm qanûnên ku bi xwe derxistine binpê dike.

ANHA