​​​​​​​Artêşa Tirk li Mahsert û Bagokê êris pêk anî

Artêşa Tirk a dagirker li Mahsert û Bagokê dest bi êrîşa leşkerî kir. Hate hînbûn ku leşkerên Tirk li herêma çiyayî kozik danîne.

​​​​​​​Artêşa Tirk li Mahsert û Bagokê êris pêk anî
2 nîsan, 2022   20:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker li bejahiya Çiyayê Bagokê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê û li herêmên Mahsertê ên di navbera navçeyên Midyat, Mahsert, Artûklû û Nisêbînê de ne, êrişek li dar xist.

Di çarçoveya êrişê de sewqiyata leşkerî bo her du herêman hat kirin. Li herêmê tevî yekîneyên artêşa Tirk, wesayîtên zirxî jî hatin bicihkirin.

Hate hînbûn ku li vê herêmê cih bi cih tevgera hewayî didome. Her wiha leşkerên Tirk li herêmên çiyayî yên nêzî gundê Marîne (Eskihisar) kozik danîne.

Çavkanî: ANF