​​​​​​​HRRK'ê “Şevçirayên Rojavayî” da destpêkirin

HRRK'ê bi ser navê “Şevçirayên Rojavayê” çalakiyên şevbuhêrkan da destpêkirin. Wê heta dawiya meha Remezanê rojane şevbuhêrek were lidarxistin.

​​​​​​​HRRK'ê “Şevçirayên Rojavayî” da destpêkirin
​​​​​​​HRRK'ê “Şevçirayên Rojavayî” da destpêkirin
​​​​​​​HRRK'ê “Şevçirayên Rojavayî” da destpêkirin
​​​​​​​HRRK'ê “Şevçirayên Rojavayî” da destpêkirin
​​​​​​​HRRK'ê “Şevçirayên Rojavayî” da destpêkirin
​​​​​​​HRRK'ê “Şevçirayên Rojavayî” da destpêkirin
2 nîsan, 2022   19:54
QAMIŞLO

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li ser navê “Şevçirayên Rojavayê” çalakî da destpêkirin. Çalakî wê heta dawiya meha Remezanê dewam bikin.

Di roja yekemîn a çalakiyê de semînerek li ser rojnamgeriya kurdî li navenda HRRK'ê ya li bajarê Qamişlo hate dayîn. Gelek ewşenbîr, wêjevan û nivîskarên Kurd amadebûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, der barê rojnamegeriya kurdî li Rojava, lawazî, pirsgirêk û rola wê de nîqaş hatin kirin.

Nivîskar Konê Reş di axaftina xwe de derketina kovara Ronahî ji 80`ê salî ve di salvgera derxistina wê de bi bîranî û da zanîn ku di dîroka Kurdan de ew kovara yekemîn bû ku bi pêşengtiya Mîr Celadet Bedirxan hatibû derxistin û got: “Lê mixabin di sala 1946`an ji ber zexta hikumeta Fransayê kovar ji weşanê hat dûrxistin.”

`NAVEROK NE ZENGÎN IN`

Wêjevan Berzo Mehmûd têkildarî dîroka rojnamegeriya kurdî got, di salên 1991-1992`an de di rojnamegeriya kurdî nû xweşkayî hat dîtin. Berzo Mehmûd diyar kir ku ji ber asta rewşenbîranî ya lawaz, kovarên heyî jî di rêjeyeke kêm de maye û naverokên wan ne zengîn e.

Di çarçoveya asta rojnameyên kurdî de Berzo Mehmûd da zanîn ku li Bakur û Başûrê Kurdistanê asta rojnamegeriyê li gorî rewşenbîrên wan bi hêz e û got: “Divê rewşenbîr xwe bêhtir bi pêşbixin, naverokên nû ji nivîsên xwe re bibînin û bê sînor tevbigerin.”

Nivîskar Xalis Misewer jî destnîşan kir ku di rojnameyên heyî de rêjeya şîrovekirinê kêm e û li kêlek wê xwendina bi zimanê erebî ji yê bi kurdî zêdetir e.

Nivîskar Dijwar Axa axivî û diyar kir ku divê rewşenbîr û nivîskar ji bo neteweya Kurd kar bikin û got: “Pêwîste bi rêya rojnameyan gel li ser xeteriyên heyî bên hişyarkirin.”

Nivîskar Ebûd Mexso got: “Piştî 2011`an li Rojavayê Kurdistanê gavên pîroz hatin avêtin, mînaka wê gavê jî ez dibînim rojnameya Ronahî pir pêşketî ye.”

WÊ 29 ROJAN DEWAM BIKE

Têkildarî bernameya çalakiyan Serokê HRRK'ê Welîd Bekir ji ajansa me re got: “Çalakiya me îro di roja yekemîn a meha Remezanê de dest pê kir, ew ê vê mehê giştî dewam bike.”

Welîd Bekir da xuyakirin ku wê di der barê wêje, ziman, huner û çanda kurdî de nîqaşên berfireh bên kirin û wiha dom kir: “Me bi rêya vê çalakiyê xwest hin mijaran pêşkêş bikin ji hezkerên wêje û çanda kurdî, him jî wê cureya çalakiyên me bêhtir danûstendin be, wê carnan semîner, şano û film jî bên pêşandan.”

(sb)

ANHA