Dayikên Aştiyê: Kiryarên PDK`ê wê di dîroka reş de werin nivîsandin

Dayikên Aştiyê liv û tevgera hêzên PDK'ê yên li herêmên Parastinê yên Medyayê şeremzar kirin û got: "Kiryarên PDK'ê li dijî yekitiya neteweyî ne û wê di dîroka wê ya reş de werin nivisandin."

Dayikên Aştiyê: Kiryarên PDK`ê wê di dîroka reş de werin nivîsandin
3 nîsan, 2022   03:08
QAMIŞLO-ÎSAM EBDULLAH

Hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tevkariya xwe ya bi dewleta Tirk a dagirker re li hemberî gerîlayên azadiyê dewam dike. Di vê dawiyê de hêzên xwe li Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde kirine, ruxmî tevger û provakasyonên wê, gerîlayên HPG'ê li hemberî wan şer nekirine.

/kr/uploads/files/2022/04/02/175200_-.webp

Li ser mijarê dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa got: "Em Dayikên Aştiyê bi daxwaza wergirtina cenazeyên gerîlayên xwe yên ku ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatine şehîdxistin, me çalakiya aştiyane ya konvendê li deriyê sînor ê Sêmalkayê li dar xist û me çalakiyê dewr digirt. Lê dema me berî da deriyê Pêşxabûr û daxwazên xwe parve kirin, PDK'ê daxwazên me red kirin."

Sûad Mistefa diyar kir ku dijminê gelê Kurd ferq û cudahiyê naxe navbera Kurdan, lê armancê wê fitneyê di navbera birayan de derxîne û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Divê leşkerên Roj nekevin xefka plan û komployên ku ji bo derxistina şerê navxweyî têne plankirin û divê li hemberî dijminê gelê Kurd bisekine."

Dayika şehîd Hevrîn îşaret pê kir ku têkçûna êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê de dewleta Tirk bêçare kir, ji ber vê yekê bi rêya bikaranîna hêzên kurdan, gerîla û Herêmên Parasatinê yên Medyayê hedef digre, da ku destkeftiyên ku Kurdan li Başûr û Rojava pêkanîne, têk bibe.

/kr/uploads/files/2022/04/02/175220_-.webp

Dayika şehîd Harûn, Fatme Sadûn jî got: " Ruxmî bangên me yên li PDK'ê ku destê xwe bide birayên xwe, cenazeyên şehîdên me radestî me bike, nakokiyan deyne aliyekî û nekeve xefka dijminê gelê Kurd ê ku hewl dide şerê birakujiyê di navbera gelekî de derxîne, lê PDK'ê dîsa hêzên xwe li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi cih dike."

Fatme Sadûn diyar kir ku radestnekirina cenazeyên şehîdan xizmeta dewleta Tirk a dagirker dike ku hewl dide fitneyan di navbera gelê Kurd de derxe. Her wiha bang li PDK`ê kir "Vegera xete neteweyî ku xizmeta gelê Kurd ê çar parçeyên Kurdistanê dike."

/kr/uploads/files/2022/04/02/175249_-.webp

Dayika şehîd Cûdî Abdullah, Munteha Hesen yek ji Dayikên Aştiyê ye ku cihê xwe di çalakiya li Sêmalkayê de girtibû got: "Em Dayikên Aştiyê û dayikên şehîdan naxwazin xwîna Kurdan birije, divê PDK`ê dev ji siyasetên xwe yên parovakatîv berde."

Mûnteha Hesen banag avakirina yekitiya neteweyî kir û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Daxwaza me yekitiya gelê Kurd û sekina li dijî dijmin e. Ketina xefa dewleta Tirk a dagirker tê wateya rijandina xwîna gelê Kurd."

/kr/uploads/files/2022/04/02/175139_-.webp

Dayika gerîla Bêrîtan Dêrik, Xalisa Hacî nerazîbûn nîşanî tevgerên hêzên PDK'ê yên li qadên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medayayê da û got, ev kiryar li dijî hewldanên avakirina yekitiya neteweyî ye û wê di dîroka wê ya reş de were nivisandin.

(eh)

ANHA