Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin

Bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên cuda li dar ketin.

Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
2 nîsan, 2022   13:21
NAVEDNA NÛÇEYAN

Bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan, Tevgera Jinên Ciwan û Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê meşek erebeyan li dar xist û li mala rêber Ocalan pêşangeha wêneyan vekir.

Bi dehan erebe di nav kolanên sereke yên bajarê Kobanê de geriyan, piştre ber bi mala rêber Abdullah Ocalan a li gundê Elpelûrê yê rojavayê bajarê Kobanê ve  çûn.

Endama Koodînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Macîde Hesûn li wir axivî û îşaret bi tecrîda giran a ku dewleta Tirk li ser rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, kir.

Macîde Hesûn anî ziman ku rêber Abdullah Ocalan bi fikrê xwe yê azad gelê Kurd û hemû gelê blindest azad kir lewma divê heta mîsogeriya azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan xeta têkoşînê were berdewamkirin.

Macîde Hesûn ev li axaftina xwe zêde kir: "Li dijî dagirker û faşîstan divê jin di çarçoveya pêngava “dem dem azadiyê” de, xeta têkoşînê xurttir bikin ji ber ku rêbertî ji bo jinan tê koşiya."

Paşê beşdaran çûn mala ku rêber Abdullah Ocalan lê dima ku Kongra Star tê de pêşangeha wêne û pirtûkên rêber Abdullah Ocalan vekiribû.

ŞÊNIYÊN HERÊMA FIRATÊ BI HEZARAN DAR ÇANDIN

Bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan şêniyên herêma Firatê bi piştgiriya Gerînendeya Jîngehê ya Herêmê bi hezaran dar çandin.

Hemleya çandina daran roja pênşema derbasbûyî dest pê kiribû, şêniyên gundewarên rojava ji baxçeyê rêbertî yê li gundê Seftik dest bi çandina daran kirin.

Îro jî li gund û bajarên navçeya herêma Firatê hemleya çandina daran berdewam kir.

Gerînendeya Jîngehê ya Herêma Firatê ji beriya çend hefteyan ve hemleya çandinda daran ragihandibû. Li ser vê yekê 10 hezar dar li navçeyên herêma Firatê çandin.

DÊRIK

Di heman çarçoveyê de, Şaredariya Gel a navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo bi koordîneya Gerînendeya Parêzgehan a herêma Cizîrê bi boneya 4'ê Nîsanê dar çandin.

Bi dehan kes û endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî çalakiya ku li bendava Borzê ya li başûrê Dêrikê hate lidarxistin, bûn û zêdetirî 850 darên daristanî çandin.        

Piştre li ser navê Gerînendeya Jîngehparêzê ya Herêma Cizîrê Luqman Bedir û hevseroka Şaredariya Gel a Dêrikê Bêrîvan Hisên axivîn û daxuyanî da. 

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em rojbûna rêber Ocalan li dayikên şehîdan û hemû gelên azadîxwaz pîroz dikin. Em îro bi boneya rojbûna rêber Ocalan ji bo çandina daran kom bûne, ji ber ku rojbûna rêbertî rojbûna gelên azadîxwaz û jiyaneke bi rûmet e û civak û gel vê rastiyê baş dizane, ev yek jî dilsoziya wan bi rêber Ocalan re nîşan dide."       

TIRBESPIYÊ

Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo jî bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan, dayikên şehîdan li goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugirê û goristana Diyarê Felekê li ser gora şehîd Nezîr Êzidî dar çandin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeyên Tirbespiyê û Çilaxa bi boneya 4`ê Nîsanê ku rojbûna rêber Abdullah Ocalan e, çalakiyên cuda li dar xistin.

Li navçeya Tirbespiyê vê sibê malbatên şehîdan berê xwe da goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugirê û dar lê çandin.

Dûre çûn goristana Diyarê Felekê ya li gundê Etelce ya rojhilatê navçeyê Tirbespiyê da ku sardana gora şehîd Nezîr Êzidî bikin ku 1992`yan li çiyayên Kurdistanê şehîd bûye. Beşdaran li ser gora şehîd Nezîr û kesayeta welatparêz ê êzidî Hisên Hewran dar çandin, piştre endama rêveber a Nivîsgeha Jinên Êzidî ya Herêma Cizîrê Hediye Şemo axivî û hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anîn. Hediye Şemo anî ziman ku rojbûna rêber Abdullah Ocalan rojbûna gelê azad e.

ÇILAXA

Meclisa Malbatên Şehîdan jî bi boneya 4'ê Nîsanê ji zarokên şehîdan re şahiyek li dar xist.

Şahî li navenda Çand û Hunerê ya navçeyê hate orgenîzekirin. Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Çilaxa Hisên Beşîr axivî û hemû şehîdên Tevgera Azadiyê bi bîr anîn.

Hisên Beşîr destnîşan kir ku bi saya şehîdan gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû zarok bi aştî dijîn, ji ber ku baweriya xwe bi fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan anîne.

Dûre Koma Çand û Hunerê ya Navçeya Çilaxa stran, di dawiya şahiyê de şêranî û diyarî li zarokên şehîdan hate belavkirin.

BAŞÛRÊ HESEKÊ

Bi heman wesîleyê li herêma başûrê Hesekê şahî ji zarokên şehîdan re li dar ket.

Dayikên şehîdan û zarokên wan li hola Huriyê ya navçeyê kom bûn, piştre govendên zarokan hatin pêşkêşkirin. Di dawiya şahiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan diyarî li zarokan belav kirin.

TIL TEMIR

Meclisa Malbatên Şehîdan bi koordîneya Navenda Çand û Hunerê ya Til Temirê şahiyek ji zarokên şehîdan re li navenda xwe ya li navçeyê li dar xist.

Di şahiyê de bi dehan zarokên şehîdan û hevjînên şehîdan, nûnerên YPJ û endamên saziyên sivîl hazir bûn. Endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Çinar Yûsif axivî û got: “Em hemû şehîdan bi bîr tînin ku bi lehengî ev ax û destkeftiyên me parastin. Em rojbûna rêber Abdullah Ocalan li zarokên şehîdan û gelên herêmê pîroz dikin.”

Di dawiya şahiyê de diyarî li ser zarokan hatin belavkirin.

HESEKÊ

Bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şahiyek li navenda çandê ya Serdem a Hesekê li dar xist. Bi dehan endamên tevgerê beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de endama Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Mîdye Meî axivî û rojbûna rêber Abdullah Ocalan li gelên cîhanê û gelên Kurdistanê, gerîlayên HPG, girtiyên siyasî di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de pîroz kir.

Mîdye Meî wiha domand: “Ciwan bi fikr û perspektîfên rêber Abdullah Ocalan, rêgez û armancên wî ve girêdayî ne ku rêbertî bi rêya wê armancê hewl dide gelan azad bike.  Em soza berdewamkirina berxwedanê didin.”

(eh-dx)

ANHA