'Avabûna Meclisa Leşkerî ya Minbicê destpêka hilweşandina DAIŞ'ê bû'

Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê got, avabûna meclisê destpêka hilweşandina DAIŞ û xîlafeta wê bû. Meclisê soza berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna armancên şehîdan û parastina herêmê û gelê wê da.

'Avabûna Meclisa Leşkerî ya Minbicê destpêka hilweşandina DAIŞ'ê bû'
2 nîsan, 2022   13:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi boneya salvegera 6`an a damezirandina meclisê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, rizgarkirina Minbicê ji terorê ji kêliyên dîrokê yên têkoşîna bajar e. Meclisê bi vê boneyê şehîdên pêngava rizgarkirinê bi bîr anîn û got: "Bi vê wesîleyê em damezrînerên meclisê di serî de Feysel Ebû Leyla, Ebû Emced, Ebû Casim Begarî û lehengên din bi bîr tînin ku ji bo rizgarkirina bajarê xwe ji terorê canê xwe feda kir. Me soz da ku rêya şehîdan bişopînin û bajarê xwe biparêzin. Ji bo wê me hêzên xwe di aliyê perwerde û birêxistinkirinê de bi pêş xistin. Îro bi saya desteka xelkê Minbicê me ciheke girîng di hevkêşeya leşkerî ya Sûriyê de cih girt."

Di berdewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ser hewldanên derxistina fitneyên mezhebî, etnîkî û olî li herêmê û ev tişt hatin diyarkirin: "Em hemû dizanin ku welatê me rastî lîstokên bi armancên derxistina nakokiyên mezhebî, olî û nejadî hat. Armanc ji van lîstokan ew e ku şer hertim li dar be. Mixabin ev nexweşî ji ber propagandayê ji herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê û opozîsyona çekdar de bû. Lê gelê herêmê bi saya avakirina saziyên xwe yên sivîl û leşkerî xwe ji vê nexweşiyê parast û rêzdariya ji pirrengiya civakî, çandî û olî esas girt. Bi pêşengiya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) modelek li dijî hemû rêxistinên olperest û netewperest afirand."

Di daxuyaniyê de hate gotin, avabûna Meclisa Leşkerî ya Minbicê destpêka hilweşandina DAIŞ û xîlafeta wê ye û wiha hate domandin: "Piştî avakirina meclisê, şêniyên Minbicê modela pirrengiyê, hevbeşiyê û nermiyê pêşkêş kir û bû nimuneyeke biçûk a projeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Gelek aliyên herêmî û navneteweyî, navendên nirxandinan û saziyên hiqûqî rêzê ji vê tecrubeyê re digirin. Ruxmî hemû zehmetî û şaştiyan ku car caran ji ber mercên derdorê derdikevin, lê em soz didin gelê xwe ku aştiyan navxweyî  ji êrişên şaneyên terorîst û yên derve biparêzin û rûmeta şêniyên xwe û vîna wê biparêzin û rêzê ji vîna wan re bigirin. Em ê tevî saziyên din bi yek rihî, yek dilî û bi yek destî li ber xwe bidin û li hember hemû zehmetiyan ser bikevin û pêşerojeke ewle ji xelkê Minbicê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê bi giştî re peyda bikin.”

(şx)

ANHA