Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê welatiyek revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyek li gundê Xalta yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê revand.

Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê welatiyek revand
2 nîsan, 2022   13:05
ŞEHBA

Çeteyan welatiyê bi navê Xelîl Îbrahîm ê ji gundê Xalta revand.

Gelek welatiyên Kurd li kantona Efrînê hatin revandin û rêjeya Kurdan li Efrînê beriya dagirkirinê ji sedî 95 bû, lê piştî dagirkirinê ev rêje daket ji sedî 25’an.

Kurdên ku li Efrîna dagirkirî mane rastî sûcên cur bi cur tên wekî kuştin, destdirêjî û revandin.

(dx)