​​​​​​​Dewleta Tirk çiyayê Kurejaro bombebaran kir

Artêşa Tirk a dagirker çiyayê Kurejaro yê Amêdiyê bombebaran kir.

​​​​​​​Dewleta Tirk çiyayê Kurejaro bombebaran kir
2 nîsan, 2022   13:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnews'ê, di saetên nîvro de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker çiyayê Kurejaro yê li nêzî bajarokê Şêladiz a girêdayî Amêdiyê bombebaran kir.

Hefteya borî jî heman dever du caran ji aliyê balafirên Tirk ve hatibû bombebaran kirin.