HRE`yê nasnameya şehîdekî eşkere kir

HRE`yê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdekî eşkere kir û got “Em ê ked û bîranînên hevrêyê me şehîd Mazlûm hertim bidin jiyandin.” 

HRE`yê nasnameya şehîdekî eşkere kir
2 nîsan, 2022   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) di daxuyaniya xwe de wiha diyar kir:

“Em hevrêyê xwe Mazlûm Taanî bi rêzdarî bi bîr tînin. Hevrêyê me Mazlûm Taanî di 1’ê Nîsana 2022’yan de dema li ser erka xwe bû, di encama qezayekê de gihîşt şehadetê.

Hevrêyê me Mazlûm li herêma berxwedanê Şehbayê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku derdora lê mezin bû welatparêz bû û cihekî şerê me yê azadiyê hatibû meşandin, hevrêyê me Mazlûm jî firsend dît ku hêz û têkoşîna me nas bike. Her wiha ji ber welatparêziya herêma lê mezin bûye, li Şehbayê û piştî dagirkirina Efrînê gelên me yên Efrînê li Şehbayê bi cîh bûn, bandor li wî kir.

Hevrêyê me Mazlûm jî piştî dagirkirina Efrînê sala 2019’an biryar da ku tev li nava têkoşîna me ya azadiyê bibe û ji bo azadiya herêma Efrînê hewldaneke mezin da ku bibe şervanekî jîr ji gelê xwe re. Jiyana xwe ya 3 salan a şoreşgeriyê de di hem kesayetê xwe da guhertinek çêkir hem jî şervantiyê de xwe pêş xist.

Di têkoşîna me ya azadiyê de me gelek hevalên leheng di encama têkoşîna lehengane de spartin axê û dilê xwe. Lê hin qezayên çêdibin de rê li ber şehadeta hevalên me de encam dibe me xemgîn bike jî, em ê ked û bîranînên hevrêyê me şehîd Mazlûm di têkoşîna me ya azadiyê de her tim bidin jiyandin.

Em di şexsê heval Mazlûm de tevahî şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Mazlûm Taanî

Nav û Paşnav: Ehmed Gillî

Navê Dayikê: Edla

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Şehba

Dîroka Şehadetê: 1 Nîsan 2022