Komîteya Çand û Hunerê ya Ewropayê nerazîbûn nîşanî êrişa dewleta Tirk da

Komîteya Çand û Hunerê ya Ewropayê êrişa ku dewleta Tirk li Rojava kir û te de Dirar Cuma Hemze şehîd bû û helbestvan Ferhad Merdê jî birîndar bûbû, şermezar kir.

Komîteya Çand û Hunerê ya Ewropayê nerazîbûn nîşanî êrişa dewleta Tirk da
2 nîsan, 2022   12:47
NAVENDA NÛÇEYAN 

Di daxuyaniya nivîskî ya komîteyê de ev tişt hate diyarkirin:

 “Berxwedana gel û berxwedana di Newrozê de bûye sîleyek li ser rûyê faşîzmê. Dewleta Tirk a dagirker ku li hemberî gerîla têk diçe û nikare bigihêje armanca xwe, êdî hunermend û helbestkaran dike hedef.

Li Rojava hevalê me Ferhad Merdê û hevalên wî yên hunermend bûn hedef û ev jî diyar dike dewleta Tirk êrişên li ser gelê Kurd de her dem israr dike. Em Komîteya Çand û Hunerê ya Ewropayê vê êrişê şermezar dikin. Em sersaxiyê ji malbata Dirar Cuma Hemze yê şehîd bûyî re dixwazin û ji Ferhad Merdê û hevalên din re jî şifaya xêrê dixwazin.”