​​​​​​​Lubnan li ber keviyê birçîbûnê ye

Ligel têkçûna rewşa ewlehî ya Lubnanê, aliyên ku bi dosyaya xwarinê re eleqedar dibin, fikarên xwe anîn ziman ku Lubnanê rastî qeyrana birçîbûnê were, nemaze pişt agahiyên ku depoyên genim û xwarinê têra du mehan dikin.

​​​​​​​Lubnan li ber keviyê birçîbûnê ye
2 nîsan, 2022   04:18

BEYRÛT-ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Tê gotin, li Lubnanê depoyên genim têra meh û nîvekê ye û ji bo wergirtina genim ji Hindistanan diyalog hene. Lê Lubnan mîna tevahî civakên cîhanê ye li pêşberî astengiyan e, nemaze ligel hişyariyên rûdana qeyrana birçîbûnê li tevahî cîhanê.

Lubnanê daxwaza bernameya dabînkirina xwarinê heta 6 mehan ji banka navneteweyî kir, ew yek jî bi rêya bikaranîna beşek ji pereyên taybet ên bankê ku ji salan ve da ku projeyan pêk bînin, lê nehat fînansekirin. Banka navneteweyî ji bo dabînkirina madeyên xwarinê ji 4 heta 6 mehan de erê kir.

MAL ÊDÎ BÛNE DEPO

Welatiyên lubnanî ji ber metirsiya bandorên şerê li Ukrayna, madeyên xwarin û derman depo dikin, bi taybet digel belavbûna lîsteyên bihabûnê li ser tevnên civakî, mîna şekir, ard, peqle, birinc, zeyt…hwd. Li gel wê jî bihaya lîtreya zeytê gihaşt 100 lîreya Lubnanê, kîloyek goştê çêlekan gihaşt 300 hezar lîre, şekir gihaşt 33 hezar û nîsk gihaşt 77 hezaran.

Têkildarî vê mijarê bazirganan gelek tedbîr girtin. Lê li gorî Hanî Behselî ku madeyên xwarinê derbasî Lubnanê dike, xebatên dahatûkirinê zêde bûne, bi taybet madeyên xwarinê. Ji ber ku beriya rojiya xiristiyan û hatina meha Remezanê ji bo mislimanan bazirgan madeyên pêwîst ji sûkan re dabîn dikin.

GELO DÊ CÎHAN RÛBIRÛYÎ BIRÇÎBÛN BIBE?

Rêxistina Navneteweyî ya Geşkirina Çandiniyê (IFAD) a girêdayî NY’yê îşaret bi metirsiyên civata navneteweyî ji berdewama şerê li Ukrayna kir ku dê birçîbûn û xizaniya li cîhanê zêde bibe û got: "Bi şer re bandorên wê li bihabûna madeyên xwarin, kêmbûna berhemên bingehîn li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê çêbûn û ev yek li cîhanê du qatî zêdetir bûn. Ji ber sêyeka genimê cîhanê ji Rûsya û Ukrayna tên."

Rojhilata Navîn û Afrîka ji nîvî zêdetir genim ji Rûsya û Ukrayna werdigirin. Ev her du herêm jî rûbirûyî birçîbûnê ne. Her wiha Rûsya mezintirîn dewlete ku semad li cîhanê belav dike. Heta beriya tevgera li Ukraynayê jî, par bihaya semad bi rêjeya ji sedî 30 bilind bû.

Serokê IFAD, Gilbert Houngu metirsiya xwe ji ber şerê li Ukrayna anî ziman ku û got: "Dê ji bo mirovên li gundan dijîn karesateke birçîbûnê çêke. Ji ber cîhanê rûbirûyî bandorên bihabûnê ye ku dê bi xwe re biçîbûn û xizantiyê mezin bike."

Houngu ji bo vê yekê Lubnan mînak da û got: "Li Lubnanê ji sedî 22 malbat azarên tunebûna ewlehiya xwarinê dikişînin û kêmbûna xwarin an jî bilindbûna bihayan dê rewşê aloztir bike. Ji ber Lubnnan ji sedî 80 genim ji Rûsya û Ukrayna werdigre. Lê nikare zêdetirî mehekê genim depo bike. Sedema vê yekê teqîna li berava Beyrûtê ya 2020’an e ku di encama wê de depoyên sereke yên genim wêran bûn."

HIKUMET TEMAŞEVAN E

Welatiyên Lubnanê pirsê tedbîrên hikumetê yên li hemberî vê krîzê dikin. Mamosteyê aborî yê zanîngeha Lubnanê Br.Casim Ecaqe ev pirs wiha bersivand: "Ji destpêka aloziya li Ukrayna û heta vê kêliyê ve, hikumeta Lubnanê tu tedbîrên rasteqîn negirtine ku bigihîne encamên diyarker ku vê pirsgirêka xwarinê di serî de jî genim çareser bikin. Lê berpirs rastiya vê gotinê jî derew dixin ku wan têkilî bi jêderên din re pêk anîne ku altarnetîfa Ukrayna û Rûsya dabîn bikin."

Ecaqe da zanîn: "Wezîrê aborî û bazirganiyê yê Lubnanê Emîn Selam peywendî bi Hindistanê re danî û ragihand ku dê Hindistan biha û taybetmendiyên pêwîst ji Lubnanê re bişînin, lê heta niha her du welatan tu peyman îmze nekir. Ji niha ve, heger peyam were îmzekirin, dûvre genim xelas bibe, heta bigihîne Lubnanê û were valakirin, hemû tedbîrên pêdiviyên xwe bi demê hene, lê niha me di aloziyê de ne."

Ecaqe destnîşan kir ku hikumet di vê mijarê de xwe dispêre alîkariyên ku bi rêya Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) ya NY’yê bigihîjin Lubnanê, nemaze ku DYA’yê şandina alîkariyê ji bo Lubnanê bi rêya bernameyê erê kir.  Ecaqe got: "Berpirs nîşan didin ku wan rewşê kontrol kiriye. Lê tê zanîn ku ew bername tenê ji bo dema karesatekê ye û têrê nake, ji ber ku armanca vê bernameyê sivikkirina birçîbûnê ye, ne çareserkirin e."

QEYRANEKE DIJWAR...GELO LÊÇÛNA ROJEKÊ JI XWARINA ROJIYÊ ÇI YE?

Televîzyona Lubnanê bi rêya şêf Antoine raporek li ser xwarina rojekê ya Remezanê pêşkêş kir û got: "Lêçûna sufreyekê bi mirîşk, fetûş, şorbe, nok an jî mutebl û hin paste û şêraniyên erebî hebin nêzî 80 hezar lîreya Lubnanê ye, lê tenê ji bo kesekî di sufreyekê de goşt û hin tiştên din hebin, nêzî 95 hezar lîreya Lubnanê ye."

Di 2018’an de lêçûna xwarina rojiyê ya mehane 445 hezar lîreyên Lubnan bû, lê di 2019’an de mehekê 467 hezar lîreya Lubnanê û di 2020’an de jî 600 hezar lîreya Lubnanê diçû. Lê îsal pir zêde bûye.

Lê îsal dê malbatên xizan ên Lubnanê du qatî û nîv ji par zêdetir lêçûna peydakirina xwarina rojiyê ya mehekê bidin û dê ji sedî 42, 5 ji malbatên lubnanî ku qûta wan milyon û 200 hezar lîreya Lubnanê ya mehane digire gelek astengiyan ji bo dabînkirina xwarinê bikişînin.

Bi vê yekê lubnanî di navbera biçîbûn û bandorên hêzên siyasî de bin, li gel wê jî berpirsên saziyên fermî tu çareserî nedîtin.

Lubnan di qeyraneke aborî û hilweşîna nirxê lîreyê de dijî, lê hîna bihaya fermî ya nirxê lîreya Lubnanê li hember dolar hezar û 500 e, di heman demê de li sûkên reş 25 hezar e.

(fr)

ANHA